​​​​​​​Rêya Eyn Îsayê hate sererastkirin

Şaredariya Gel a Eyn Îsayê di çarçoveya plansaziya xwe ya çareya yekem a îsal de dest bi sererastkirina rêya sereke ku bi dehan gundên navçeyê bi hev ve girê dide kir.

Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel dest bi sererastkirina rêyên xerabûyî yên Eyn Îsayê kirin. Ev rê navenda navçeyê bi 29 gundên bakur û rojhilat ve girê dide (Hîşê û gundên pê ve girê dayî).

Komîte dê 8 km sererast bike, ji rêya sereke ya Reqa -Girê Spî û heta bi gundê Hedriyat. Dirêjahiya rê bi temamî 15 km, lê projeyê tenê 8 km daye pêş xwe.

 Navçeya Eyn Îsayê 2017`an hate rizgarkirin. Di aliyê rêveberiyê de bajarokên Hîşê, Elî, Balîciyê û Ebû Xerza pê ve girê dayî ne, lê piştî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê du bajarok ji wan hatin dagirkirin.

Ji ber tedbîrên li dijî Koronavîrusê ku zêdetirî du mehan dewam kir kar û xebatên sereke yên navçeyê sekinîn û niha komîteyê dest bi projeyên xwe kirin.

Têkildarî mijarê çavdêriyê feniyê Mistefa Bozo anî ziman ku ji destpêka meha Sibatê ve wan plansaziya sererastkirinê diyar kirine, lê ji ber Rêveberiya Xweser qedexeya derve ferz kir, proje sekinîbû.

Bozo destnîşan kir ku sererastkirina rê wê bi du qonaxan be. Yek; wê kolandin be ya din jî dirêjkirina bermahiyên çêkirî be. Her wiha got heger derfetên malî ji bo qîrkirinê bê şandin, dê bibe karê wan ê sereke.

Bozo destnîşan kir ku karê qîrkirina rê wê bi serperştekariya şeredariyê be  û wiha domand: "Me bi kesî ji din peyman çênekirin. Me hemû pêwîstiyên sererastkirin rê hildeye ser milê xwe, bi qasî alikariyên ku ji şeredariyê tê şandin, em kar pêk bînin."

Ji sedema nebaşbûna rê, şêniyên Hîşe û gundên derdorê neçar diman ku di rêyên cuda re biçin navçeyê.

Şêniyê bi navê Qeys El -Ziyab spasiya şaredariyê kir ku rê sererast kir û pirsgirêka wan a çûn û hatina navçeyê çareser kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din