Rêya Elî Firo piştî 7 rojan dikeve xizmetê

Şaredariyên gel ên navçeya rojhilat û rojava yên Qamişlo di zîftkirina Rêya Elî Firo de dewam dikin, tê payîn ku di hefteyeke din bidawî bibe.

Rêya Elî Firo ji rêyên herî girîng e û di navbera Qamişlo û rêya navneteweyî de ye. Şaredariyê navçeyên rojhilat û rojava yên bajarê Qamişlo di 27`ê Tebaxê de dest bi zîftkirina rêya bi dirêjiya 11 km û 400 metre û firehiya 7 metre kir.

Şîrketa Zagros a zîftkirina rêyan ku peyman bi şaredariyan re îmze kiribû, diyar kir ku tê payîn di 7 rojan de zîftkirina rê bi dawî bibe.

Li gorî peymanê, rê bi qalindiya 7 cm bê zîftkirin, tê de 5 hezar û 872 metrekabik zîft bê xerckirin.

Zîftkirina Rêya Elî Firo li ser 2 pêvajoyan pêk hat; di nîvê meha Tîrmehê dest pê kir û xebatkaran kort tijî kirin û di 27`ê Tebaxê de dest bi zîftkirinê kir.

Her du şaredariyan hemû ajokar hişyar kirin ku wê rêyê bi kar neynin heta ku xebata wê bi dawî dibe.

(jo)

ANHA


Mijarên Din