Rêya di navbera Dêrik û Sêmalka de tê qîrkirin

Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi qîrkirina rêya bazirganiyê ya di navbera Dêrik û Sêmalkayê de kir. Dirêjahiya rêyê 800 metre ye. Her wiha projeya qîrkirina taxên bajêr didome.

Beşa Fenî ya Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi qîrkirina rêya di navbera Dêrikê û korîdora Sêmalkayê de kir. Ew rê ji girîngtrîn rêyên herêmê ye. Dirêjahiya wê 800 metre ye û firehiya wê 8 metre ye her wiha qalindbûna wê 10 cm ye.

Her wiha şaredarî projeya qîrkirina kolanên taxên Dêrikê didomîne.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Feremez Hemo got bi giştî projeya wan 8 hezar û 500 metre ye. Ji wan 6 hezar metre ji taxên bajêr û deriyên veguhastinê hatin qîrkirin û xebatên wan ên plansaziya sala 2019`an didome.

Şaredariya Gel a Dêrikê sererastkirina rê û kolanan didomîne heta ku projeyên di plansaziya xwe ya 2019`an de bi dawî bike, her wiha toreyên kanalîzasyonê sererast dike û avê digihîne taxên bajêr.

(bx)

ANHA


Mijarên Din