Rêxistinên ji Kurdistan û Ewropayê banga eşkerekirina çarenûsa 400 jinên revandî kir

Rêxistinên mirovî û hiqûqî û sivîl ên li Kurdistanê û Ewropayê bang li tevahiya aliyên hiqûqî yên giştî û taybet ên jinan kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi lez çaranûsa zêdetirî 400 jinên revandî di girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê de, eşkere bikin.

Rêxistinên sivîl û mirovî û hiqûqî yên Kurdistan û Ewropayê bi daxuyaniyekê bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî bi giştî û Efrînê bi taybet û sûcên li dijî jinan şermezar kirin.

Rêxistinên ku daxuyanî îmze kirine ev in: Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan, Desteya Qanûnî ya Kurd, Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Rêxistina Anita Kurd a li Belçîka, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Rêxistina Civaka Sivîl a Kurd li Ewropayê, Navenda Lêkolînan û parastina mafên jinan a Sûriyê, Însiyatîfa Parastina Hiqûqî-Sûriyê, Komeleya Hêvî ya Kurd a Belçîka û Navenda Belgekirina sûcan li bakurê Sûriyê.

Rêxistinan di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û sivîl ên girêdayî jinên revandî û di girtîgehên dewleta Tirk de têne ragirtin, kirin ku bilez bilebitin.

Her wiha diyark kirk u sûcên li dijî jinan li Efrînê berdewam in û roj bi roj zêde dibin. Li gorî daneyên dawîn, zêdetirî hezar jin hatine revandin. Gelek ji wan li beramberî fîdyayan hatin berdan lê çaranûsa zêdetirî 400 jinan heta niha nayê zanîn. Bi taybet jinên ku di vê dawiyê de di dîmenekê de hatibû xuyakirin ku ew di girtîgehên El-Hemzat de ne.

Rêxistinan dan zanîn ku li şûna ew jinên revandin bêne serbestberdan, careke din polîsa leşkerî wan radestî koma El-Hemzat kirin. ruxmî hevdîtina malbatên wan bi Waliyê Tirk re lê dîsa jî tiştek pêk nehat. Di serdanên malbatan de ji jinên ku li girtîgeha Maratê, jinan ji malbatên xwe xwestine bi çi berdêlî dibe bila bibe lê divê wan ji girtîgehan derxin, ji ber dan û standinên ku bi wan re têne kirin.

Rêxistinan di daxuyaniya xwe de bang li tevahiya rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û sivîl ên têkildarî warê mafên mirovan bi giştî û jinan bi taybet kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û bilez bilebitin û li gorî pîvanên navneteweyî bilivin. Zextê li dewleta Tirk bikin da ku çaranûsa jinên revandî eşkere bikin çi yên di girtîgehên Tirkiyê de yan jî girtîgehên komên çekdar de. Dadgehên adil li dar bixe û sûcdarên ku sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîne darizîne. Sivîlên mayî li Efrînê biparêze û tevahiya hêzên Tirk û komên çekdar ji Efrînê vekişin û vegereke ewle ji koçberan re dabîn bike.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din