Rêxistinên cîhanê piştevaniya komên terorî di bin sîwana piştgiriya mirovî de, dikin

Bi dehan rêxistinên mirovî yên cîhanê piştevaniya komên terorî li Idlibê di serî de (Heyet Tehrîr El-Şam) di bin sîwana piştgiriya mirovî de dikin. Li aliyekî din jî du dergehên ku tê re alîkarî derbas dibûn û bi hezaran welatî û koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûd digirtin, hatin girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) ragihand ku qaşo "hikumeta Înqaz" a girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam a bi serkêşiya Ebû Mihemed El-Colanî bac û fîdyeyan li ser rêxistinên mirovî yên li Idlibê ferz dike, da ku li ser tevahiyan desthilatê ferz bike û gendeliyê bixe nava meclisên herêmî û bi wê re jî 4 milyon mirov di rewşeke trajedî de jiyan dikin.

Li gorî navendê, bacên li ser rêxistinan tên ferzkirin, ne ji îro de ne, lê belê komên çete vê yekê derfet digire da ku piştevaniya malbatên xwe bikin, endaman ber bi xwe ve bînin, tevlêbûna xwe bisepîne, dengê her komekê berfirehe bike, lê rewşa mirovî li gel zêdebûna koçberan krêtir dibe.

Bi dehan rêxistin, heke ne bi sedan be jî, li herêmên di bin serweriya çeteyên Tehrîr El-Şam de dixebitin. Ji wan rêxistinan hin cîhanî hene ku di tevahî derfetên tenduristî, alîkarî û perwerdê de kar dikin. Lê belê tenê pêdiviyên şêniyan bi sedema lêpirsîn û gendeliyê ji sedî 10 pêk tînin. Her wiha bi awayekî mezin gendelî di nava meclisên herêmî yên ku qaşo Hikumeta Înqaz bi xwe erkdar kiriye de, heye.

Gendelî bi hêz belav bûye, her wiha di şaneya yekemîn a bi navê (Hikumetê) meclisên herêmî  de heye û gel bi meclisên krêtiyê bi nav dikin ku endamên van meclisên ji alîgirên Hikumeta Înqazê û çeteyên Tehrîr El-Şam in.

Di meclisê de yek ji endamên desteyê anku yek ji kesên nêzî hêzên ewlekariyê yan fermandaran amade dibe, ji bo ku çavêdêrê wan li herêmê û di sextekirina belgeyan de alîkar be. Her wiha navên ne rast datîne ji bo ku ji madeyên alîkariyan sûdê bigirin û li ser belgeyên rêxistinan ku yekesr bi wan meclisan re dide û distîne, kontrol bike.

Li gundewarên Idlibê yek ji rêxistinan di çarçoveya piştgirya berehem ajalan de, alîkariya madî da xwedîkarên sewalan weke Çêlek, berx û bizinan. Lê belê endamên meclisên herêmî lîsteyek bi navên dost û kesên nêzî xwe her wiha gelek navên xwedîkarên ajalan danîn. Dema ku rêxistina alîkariyan li ser mezre û cihên xwîdîkirina sewalan ji bo ku rastiya belgeyan tekez bike, bi hezaran kesên ku sewalên wan tine ne û navên wan li gel rêxistinê qeydkirî ne, sewal ji derve anîn û li pêş çavên karmendên rêxistinê li malên xwe bi cih kirin û ji malekê dibirin maleke din da ku di her male de bên qeydkirin. Tevî zanîna karmedan ku karên bi vê rengî dê bibin sedem ku rêxistin raweste û dê zerar bigihê û pereyên ku distîne jî û pereyên pê dabara jiyana xwe dike êdî nastîne jî, bê deng man.

Çavkaniyekî ji SOHR`ê re ragihand ku armancên rêxistinên yên piştgiriya berhemên ajalan pêk nehatin ji ber belgeyên sextet bikar anî.

Meclisên herêmî navên sextet di belgeyên xwe de bikar tîne da ku endamên meclîsan û yên bi hikumeta Înqaz re kar dikin jê sûd bigirin. Piraniya kesên ji vê piştgiriyê qazanc dikin kesên girêdayî çeteyên "Tehrîr Şam" û rêxistinên din ên terorî û yên girêdayî rejîmê ne.

Rêxistina "Gul" yek ji rêxistinên ku piştgiriyeke dayîm bi rêya projeyên xizmetguzarî û alîkariyan pêşkêş dike ye. alîkariyan bi awayekî bi rêxistinkirî belav dike û rawestgehên ava vexwarinê û firnan dixebitîne, her wiha giliyê aciziyên "hikumeta Înqaz"  û desteya Tehrîr Şam ku berê Cebhet El-Nusra bû, dike ji ber ku alîkariyên mezin pêşkêş dike û pereyên dide karmendên xwe digihêje 1 hezar dolarî.

SOHR`ê diyar kir ku hikumeta terorîst "El-Colanî" û meclisên xwe yên herêmî rêxistinên alîkariyan talan dikin bêyî ku li halê xizanan bipirsin. Ev yek vê pirsê derdixe holê: " Gelo ev rêxistin li herêmên serweriya Tehrîr Şam kar dikin da ku di bin navê mirovahiyê de piştgiriya komên terorîst bike ? "

Li kêleka wê jî Meclîsa Ewlehiyê ya Navdewletî bi zexta Rûsyayê biryar da ku du dergeh werin  girtin. yek ji wan dergeha El-Yerûbiyê ku gelek alîkarî tê re derbas dibin û bi hezaran kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di nava wan koçberên li kampan jî hene, jê sûdê digirin.

(fr-cx)


Mijarên Din