Rêxistineke hiqûqî: Tirkiyê hejariya sûriyan bi kar tîne û wan dişîne Lîbyayê

Rêxistina "Sûrî ji bo Rastî û Edaletê" got, Tirkiyê ji hejariya gelê Sûriyê sûdê digire, wan dişînin Terablusê ji bo ku li gel hikûmeta Wîfaqê şer bikin.

Rêxistina "Sûrî ji bo Rastî û Edaletê" raporek ji 55 rûpelan belav kir. Di raporê de tê gotin ku Enqere " Rewşa trajîdîk a Sûriyan" bi kar tîne, wan bi çek dike û beşdarî şerekî ku bi hezaran kîlometreyan dûrî welatê wan û elaqeya wan pê nîne dike.

Di raporê de her wiha tê diyarkirin ku leşkerkirina Tirkiyê ya welatiyên Sûrê bûye eşkere, ne tenê çeteyan, di heman demê navên sivîl û zarokan qeyd dikin wan bi fonên mehane ku di navbera 2 hezar heta 3 hezar dolar de teşwîq dike ku beşdarî leşkertiyê bibe.

Beriya niha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê roja duşemê ragihandibû ku hejmara çeteyên Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê yên li Lîbyayê  hatine kuştin bû 279, di nav de 13 zarok hene.

Rêxistina "Sûrî ji bo Rastî û Edalet" bi lêpirsîn û îfadeyên şahidan, proseya biçekirinê ya bi rêya qeydkirina navên kesên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê ku dixwazin biçin Lîbyayê, belge kir.

Li gorî raporê çeteyên "Sultan Murad", "Lîwa El-Mûtesem" û "Lîwa Sutlan Sulyeman Şah" berpirsên rast raste ên leşkerkirin çeteyan û şandina wan çeteyan ji bo Lîbyayê berpirsyar in.


Mijarên Din