​​​​​​​Rêxistineke hiqûqî: Li Efrînê sûcên li dijî sivîlan didomin

Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê sûcên dîtir ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê belge kir.

Rêxistinên mafên mirovan a kantona Efrînê sûcên dîtir ên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî pêk tînin, belge kirin.

 Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê, Îbrahîm Şêxo got: “Dagirker sûcên revandin, xwestina fîdyayan, qutkirin û şewitandina daran û guhertina demografiya herêmê didomîn in.”

‘JI BO WERGIRTINA FÎDYEYAN ŞÊNIYAN DIGIRIN’

Şêxo diyar kir ku çete bi armanca wergirtina fîdyayan, sivîlan direvînin û got: “Di vê dawiyê de çeteyên artêşa Tirk a dagirker fîdyayek mezin ji şêniyên girtiyên girtîgehên Mari, Raî û Seco yên ku ji zêdetirî du salan ve û heta niha nehatine darizandin, xwestine. Çavkaniyên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, gotin çeteyan ji malbata girtiya bi navê Mewlîde Numan ê 62 salî ya ji gundê Basûta yê navçeya Şêrawa, 4 hezar dolar weke fîdya ji bo serbestberdana wî xwestine. Çavkaniyan bi bîr xist ku ruxmî malbata Kemal Ehmed Mistefa yê ji gundê Qestel Xidriya yê navçeya Bilbilê yê di girîtgeha Seco li herêma Raî de dimîne, 5 hezar û 500 dolar dane, lê dîsa jî çeteyan heta niha ew bernadeye.”

Şêxo bal kişand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker serbestberdana kesên revandî, dereng dixin da ku malbatan şantaj bikin û pereyên zêde bi dest bixin.

‘LI ŞÊREWAYÊ 8 HEZAR DARÊN ZEYTÛNÊ HATIN ŞEWITANDIN’

Şêxo îşaret pê kir ku çeteyên dewleta Tirk ne tenê sûcên xwe li dijî sivîlan didomînin, heta xweza jî ji wan nafilite û wiha pêde çû: “Çetey zeviyan dişewtînin û daran qut dikin. Di rojên dawî de bi dehan dar li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê û gundê Barava yê navçeya Şera hatin qutkirin. Li herêmên ku nehatine dagirkirin derdora 8 hezar û 300 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Birc Qas, Beradê û Soxinekê di encama topbarana hovane de şewitîn. Qaşo bi navê Parastina Medenî ya jî Kumên Spî li herêmên dagirkirî, mudexle nakin û şewatan venamirînin. Ji wê zêdetir nahêlin şênî jî agir vemirînin.”

Şêxo texmîn dike ku ji dema dagirkirina Efrînê ve, hejmara darên ku hatine qutkirin 150 hezar dar derbas kirye û rûberên hatine şewitandin derdora 125 hezar hiktar e.

‘LI BERAMBERÎ KOÇBERKIRINA ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ HEZAR DOLAR DIXWAZIN’

Şêxo destnîşan kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker siyasetên koçberkirina şêniyên resen didomînin û wiha domand: “Çeteyên Amşat ên ku navçeya Şiyê kontrol dikin, ji her şêniyekî hezar dolarî dixwazin da ku wan bişînin Tirkiyê. Yan jî vegera ji Şehbayê yan jî Heleb yan jî rojhilata Firatê re li wan ferz dikin da ku herêmê vala bikin û demografiya wê biguherin.”

Şêxo bal kişand ser ku zêdetirî 24 malbat ji gundê Alkana yê navçeya Şiyê tevî gelek malbat ji gundê Çeqela piştî dayîna wan pereyan ber bi Tirkiyê ve hatine koçberkirin.

Di berdewama gotinên xwe de Şêxo behsa tevliheviya ewlehiyê li herêmên dagirirî û rûdana teqînan di çend rojên dawîn de ku di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û mirin kir.

Şêxo di dawiyê de bang li rêxistinên têkildar kir ku mudexele bikin da ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji tevahiya herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin û şêniyên koçber vegerînin warên wan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din