Rêxistinek hiqûqî: Êrîşa Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye

Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan a Sûriyê êrîşa Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê şermezar kir û got: "ÊrîşaTirk parçekirina yekitiya Sûriyê  û guhertina demografiya wê bi hinceta avakirina herêma ewle û şerê terorê armanc dike.”

Di nav rêzebertekên li dijî êrîşa Tirkiyê li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan a Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye

“Hêzên Tirkiyê bi navê "Operasyona Kaniya Aştiyê" bi dijwarî êrîşî herêma Bakurê Sûriyê dike. Ev êrîş li ser gelê Sûriyê û axa wê êrîşek hovane ye û dikeve xizmeta siyaseta Tirkiyê di bin gelek hincetan de. Ew şerê kurdên Sûriyê armanc dike. Kurd dûrî cihê wan, parçebûn û helwestên wan ji bûyerên ku li Sûriyê rû didin ji tevna gelê Sûriyê ye.

Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan a Sûriyê ji baweriya bi yekitiya Sûriyê, gel û axa wê û ji baweriya ku Sûriye dewletek yekgirtî bimîne û tu cudahî di navbera pêkhateyên wê de ye, êrîşa Tirkiyê ya ku parçekirina yekitiya Sûriyê û guhertina demografiya wê bi hinceta avakirina herêma ewle û şerê terorê armanc dike şermezar dike.

Rêxistinê ev êrîşa nû ji axa Sûriyê re şermezar dike. Ev êrîş dê bibe sedema kuştin û koçberkirina sivîlên di nav de jin û zarokan û dê azara gelê Sûriyê yê domdar li Bakurê Sûriyê zêde bike.

Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan a Sûriyê "Operasyona Kaniya Aştiyê" ya Tirkiyê wek êrîşek hovane li ser gelê Sûriyê û dagirkirine bê heq dihesbîne. Rêxistinê bang li civaka navdewletî, NY, Meclisa Ewlehiyê û rêxistinê mirovî û sivîl dike ku nahêlin Tirkiyê projeya xwe ya wêrankirî û der mirovî pêk bîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din