Rêxistina Sara sûcên li dijî jinan şermezar kirin

Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan a herêma Kobanê bûyerên kuştin û xwekuştina jinan li Kobanê şermezar kirin û diyar kir ku ew bûyer dûrî nirxên mirovahiyê ne.

Duh li taxa Kaniya Kurdan a rojhilatê bajarê Kobanê cenazeyê jineke 30 salî hate dîtin.

Di vê derbarê de Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan li qada Jina Azad a bajarê Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama rêxistinê Madlên Şêx Xidir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber zîhniyeta desthilatdar da ku îrade û xwestekên jinan bi dawî bikin, bikaranîna tundiyê ji lêdan û binpêkirinê dibe sedem ku kuştin û xwekuştina jinan li herêmê zêde bibe.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got ji destpêka 2020`an de 6 jin li herêma Firatê hatine kuştin an jî xwe kuştine.

Rêxistinê hemû sûcên dermirovî û derexelaqî ên li dijî jinan şermezar kirin û bang li hemû eşîr, malbat û saziyan kir ku hewldanên zîhniyeta desthilatdar rawestînin.

Her wiha Rêxistinê Sara bang li hemû jinan kir ku li dijî zîhniyeta desthilatdar a baviksalar bisekinin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din