Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Şamê tawanbar dike

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî cara yekemîn hêzên hikumeta Sûriyê wek berpirsa bikaranîna çekên kîmyewî ragihandin.

Koordînatorê tîma lêpirsînê ya rêxistinê Santiago Onati Laborde bi daxuyaniyekê ragihand ku 24 û 30’ê Adara 2017’an çekên kîmyewî li dijî El-Letmaniyayê hatine bikaranîn, her wiha 25’ê Adara 2017`an jî klor hate bikaranîn û hêzên asmanî yên hikumeta Sûriyê ev yek kiriye.

Di encama topbarana 30’ê Adarê de wê demê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan parve kiribû ku 50 kes xeniqîne, her wiha 25’ê Adarê jî nexweşxaya El-Letmaniyayê û derdora wê bûn armanc û raporê amaje bi pirsgirêkên nefesê yên birîndaran kir.

Rêxistinê diyar kir ku 24 û 30’ê Adara 2017`an 2 balafirên Sukhoi-22, 2 bombeyên gaza sarîn avêtin, di heman demê de jî helîkoptereke Sûriyê jî gaza klorê avêt nexweşxaneya El-Letmaniyayê.

2018`an Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî piştrast kir ku li dijî El-Letmaniyê gaza sarîn û klor hatine bikaranîn û tu alî nehatin tawanbarkirin.

Ev cara yekemîn e ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî aliyekî berpirsa êrişên li dijî Sûriyê dibîne û lêpirsînê vedike, di vê derbarê de Onati Labordi anî ziman ku êrişên stratejîk ên bi vî şiklî dibe ku tenê li ser fermanên desthilata bilind a fermandariya leşkerî ya Komara Sûriyê pêk werin.

eh


Mijarên Din