Rêxistina mafên mirovan komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Rêxistinên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li ser şêniyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, şermezar kirin.

Rêxistinên mafên mirovan daxuyaniyek têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kombûna bi dehan endamên rêxistinê û şêniyên Kampa Serdem a kantona Şebayê tevî hildana pankartên "Duh Efrîn, îro jî Cizîr" û wêneyên şehîd û birîndaran weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 9’ê Cotmeha 2019’an de serokkomarê Tirkiyê ferman da hêzên çekdar ên Tirkiyê û komên çete yên girêdayî heman fikra tundraw bi navê Ceyş El-Wetenî Sûrî dest bi êrîşa leşkerî bi navê Kaniya Aştiyê (kaniya xwînê û sûc) ji bajarê Serêkaniyê û heta Girê Spî kir, bi bihaneyên parastina ewlehiya nîştimanî avakirina herêma ewle da ku koçberên Sûriyê lê vegerîne. Da ku berjewendiyên mezinên xwe yên Osmanî li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bîne. Ji wê demê de bi her cureyên çekên heta yên qedexekirî, komkujiyên derqanûnî û dermirovî pêk tîne. Jê jî komkujiya Serêkaniyê ya di 12.10.2019’an de (pêr) bi bombeya fosforê li dijî sivîlan pêk aniye.

Ji 6 rojan ve bi topavêj û balafiran êrîşî bajarên ku tê de sivîl hene, dike. Di encamê bi sedan şehîd û birîndarên sivîl ji zarok û jinan hene. Her wiha jî bû sedema koçberkirina zêdetirî 200 hezar şêniyên sivîl ber bi cihekî ne diyar ve, tenê ji êrîşan birevin.

Ji raya giştî û kesên xwedî wijdan re, divê bê zanîn armanca rastîn a Tirkiyê û hedefa wê ji hemleya leşkerî, êrîşkirina kurd û herêmên wan, koçberkirina bizorê, guhartina demografî û îmhakirina taybetmendiyên kurdî, mîna dîrok.

Tirkiye hewl dide bi rêya komkujiyan, sûcên şer û qirkirina etnîkî yên derqanûnî yên qanûnên navdewletî yên mirovahiyê, armancên xwe pêk bîne. Tişta li herêma Efrînê dibe û pêk tê li pêş çavên tevahî cîhanê ye. Karwana sivîlan tevî hin rojnamgeran ku berê xwe didan Serêkaniyê da ku piştevaniyê bikin, bi balafirên hedef girt û komkujiyek pêk anî.

Em wek rêxistinên mafên mirovan ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, bang li tevahî hikumet, dewlet, sazî û di serî de NY’yê, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku bi berpirsiyariya exlaqî û mirovî rabin. Bi lezgînî şerê ku li dijî sivîlan pêk tê rawestînin.

Her wiha bang li tevahiyan dikin ku bergirî û garantiyên guncaw der barê gihandina çareseriyeke dawîn û giştî li Sûriyê de bibînin ku tê de jî mafên gelê Kurd wek gel li ser xaka xwe ya dîrokî bijî û mafên tevahî pêkhateyên Sûriyê yên dîtir jî hebin.”

(fr)


Mijarên Din