Rêxistina Mafên Mirovan: Kêmkirina ava çemê Firatê sûcekî şer e

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê li ser qirêjbûna ava çemê Firatê ya ji ber kêmkirina rêjeya wê, hişyarî da û diyar kir ku rejîma Tirkiyê avê wek çekeke şer li dijî sivîlan bi kar tîne.

Di çarçoveya şerê dewleta Tirk ê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazên dijminane li dijî şêniyên herêmê dimeşîne, nexasim şerê bêexlaqî wekî kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ku bi wê yekê ava çem qirêjî dibe û bandoreke neyînî li Sûriyê û Iraqê dibe.

Têkildarî mijarê, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Rêxistinê bal kişand ser xemsariya civaka navneteweyî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qirêjbûna ava çem ku ji ber kêmkirina rêjeya wê pêk tê.

Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê Ehmed Dawûd daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin:

“Ji bo sekreterê giştî yê NY`yê, serokên yekitiyên parlamantoyan, komeleyên parlamentoyan yên herêmî û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî,

Em sûcê dewleta Tirk a dagirker ê domdar şermezar dikin ku ava çemê Firatê kêm dike û gefên rûdana karesateke mirovî û jîngehî dixwe.

Hikumeta Tirkiyê jêderên ava çem kontrol dike û gelek bendav û projeyên avê li ser ava dike, ku ew yek bandoreke neyinî li rêjeya ava çemê Firatê dike.

Her ku diçe rêjeya ava çem kêm dibe, rêjeya qirêjbûnê zêde dibe û germahiya avê zêde dibe. Ev yek ji projeyên dewleta Tirk û hewldanên bikaranîna avê ji bo berjewnediyên xwe pêk tê bêyî ku rêzê ji rêgez, peyman û lihevkirinên navneteweyî û welatên cîran re bigire ku çem tê re derbas dibe. Her wiha bi qasî milyonek û 440 hezar donim erdên çandiniyê yên li ser çemê Firatê îstismar kir. Rejîma Tirkiyê avê her wiha wekî çekeke şer li dijî sivîlan bi kar tîne da ku destkeftiyên siyasî û leşkerî bi dest bixe bêyî ku pêdiviya mirovî ya bi avê di ber çav re derbas bike.

Hikumeta Tirk çemê Firatê wek çemekî navneteweyî nabîne û wekî çemekî “neteweyî” yê di xizmeta berjewendiyên xwe de dibîne û bi ava li pişt sînor bi nav dike. Ev kiryarên dewleta Tirk ên sîstematîk, dermirovî û derexlaqî sûcekî şer, binpêkirin û destdirêjiya li hemû rêgez, peyman û kevneşopên navneteweyî ye û bi wê yekê li dijî rêgezên NY`yî, hikumên qanûna navneteweyî û biryar û bendên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ye.”

)cx)

ANHA


Mijarên Din