Rêxistina Mafên Mirovan: Bi kêmanî 200 zarok bûne qurbaniyên êrîşên Tirkiyê

Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di êrîşa artêşa Tirk a li Efrînê de zêdeyî 200 zarok bûne qurbanî. Rêxistinê ev êrîş bi "Sûcên der heqê zarokan" bi nav kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrîşên xwe yên li ser kantona Efrînê  ve sûc û binpêkirinên dermirovî pêk tînin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê zêdeyî 200 zarok bûne qurbaniyên sûcên dagirkeriyê.

119 zarokên Efrînî bûn qurbaniyên êrîşên Tirkiyê

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê navê 32 zarokên ku ji ber topbaran û bombebarana dagirkeriya Tirk şehîd bûen û 87 zarokên ku birîndar bûne belge kir.

Girêdayî vê mijarê jina bi navê Fatima Mûselî ya Efrînî dibêje ku keçe wê Heyvana Hesen di bombebarana balafirên dagirkeriyê ya li gundê Berdana yê navçeya Şêrawayê de di lingê xwe de birîndar bû û wiha domand: "Heyvana li kolanên gund dilîst, balafirên dagirkeriya Tirk bombe li gund baran, jinek 70 salî şehîd bû, zarokeke 15 salî lingê wê jêbûn, keça min Heyvana di lingê xwe de birîndar bûn û tamarê lingê wê yê telef bûn û dê daîm astengdar be."

Fatima tîne ziman ku wan 3 emeliyet ku keça xwe re çêkirine lê rexmî vê yekê jî hîn astendar e û nikare bimeşe û got: "Dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de sivîl bi giştî û zarok bi taybet dikirin hedef, niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî cîhanê çekên qedexekirî bi kar tîne."

Di 9‘ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên qirkirinê anîn ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di nava 10 rojên êrîşê de ku hemû cûre çekên giran û qedexekirî bi kar tîne û komkujî li ser sivîlan pêk anî, di êrîşan de gelek zarok bûne qurbanî.

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk ji destpêka êrîşên xwe yên di 9‘ê Cotmehê de destpê kir û heta niha hemû pêkhateyên herêmê dike hedef, gelek zarok bûne qurbanî. Li gorî bîlançoya rêxistinê heta niha zêdeyî 85 zarok birîndar bûne, di nav de yên ji ber çekên qedexekirî wekî fosfora spî birîndar bûne.

Îbrahîm diyar kir ku zarokê bi navê Mihemed El-Yûsif ê 11 salî bandora şewatê ya ji ber çekên ne normal li ser laşê wî xuya bûn. Her wiha destnîşan kir ku Rêxistina Efû ya Navdewletî û rêxistênên mafên mirovan piştrast kirin ku ev cûre şewat ji ber çekên qedexekirî ye.

Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de bang li aliyê têkildarî mafên zarokan kir ku fişarê li Tirkiyê bike da ku êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewestîne û jiyana bi hezaran zarok xilas bikin. Îbarhîm got: "Heger êrîş dewam kir dê çarenûsa bi hezaran zarok di xeteriyê de be û civaka navdewletî ji vê yekê berpirsyar e."

ANHA


Mijarên Din