Rêxistina Mafên Mirovan banga vegerandina zarokên ku Tirkiyê ew şandine Lîbyayê kir

Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê bang li hemû rêxistinên navdewletî yên hiqûqî û sivîl û di serî de Rêxistina UNICEF`ê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku biçekkirina zarokan û û şandina wan wekî çeteyan ji bo Lîbyayê, rawestîne û daxwaz kir ku wan bi awayekî ewle ji xwediyên wan re vegerîne.

Îro Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê li kampa Serdem der barê şandina Tirkiyê ya çeteyan ji bo Lîbyayê ku di nava wan de zarok jî hene, daxuyaniyek parve kir.

Endamên rêxistinê Heyhan Elî û Wefa Bekir, daxuyanî bi zimanên Erebî û Kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hate goitn:

"Dewleta Tirk siyasetên xwe  yên şandina komên çeteyên Sûriyê ji bo şerê Lîbyayê dewam dike. Tirkiyê li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Efrîn, Cerabilus, Bab, Girê Spî, Serêkaniyê, Idilbê) baregehên xwe ava kir û hêza xwe xurt kir. Her wiha çeteyên xwe şand Lîbyayê da ku beşdarî şerê wir bibin, dibe ku li ser daxwaza dewleta Tirk berê xwe bidin devereke din jî. Niha zêdetirî 8 hezar çete li Lîbyayê hene ku zêdetirî 265 çeteyan ji wan hatin kuştin. Her wiha zêdetirî 3 hezar û 100 çeteyên din li baregehên Tirkiyê tên perwerdekirin da ku ew jî berê xwe bidin Lîbyayê. li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), bi vê yekê hejmara giştî ya çeteyan dibe 11 hezar."

BI DARÊ ZORÊ DIŞÎNIN LÎBYAYÊ

Di daxuyaniyê de îşaret bi guhertina şêwazên Tirkiyê yên şandina çeteyan ji bo Lîbyayê, ku ji şêwazê teşwîqkirinê veguheriye şêwazê tirsandinê hate kirin û wiha hate diyarkirin : "Da ku çete berê xwe bidin Lîbyayê, ew bi pereyan dihatin teşwîqkirin, ku mehane 2 hezar dolar didan wan û malbatên wan. Lê belê di demên dawî de piştî ku çeteyan çarenûsa çûyîna şerê Lîbyayê ferq kirin ku ew bê berdêl şer dikin û hinek ji wan tên kuştin û termên wan li cihên dûr hatin veşartin, çûyîn red dikir. Dewleta Tirk îdia dike ku di ew şerên li rojhilatê Sûriyê de (Girê Spî, Serêkaniyê) hatine kuştin. Vê yekê hişt ku Tirkiyê siyaseta tirsandinê bi kar bîne û zextê li endamên komên çete bike da ku bi zorê  herin Lîbyayê. her wiha gefan li wan dixwe ku dê binpêkirin û sûcên wan ku li herêmên Sûriyê yên dagirkirî û bi taybetî li Efrînê pêk anîne, eşkere bike."

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sûcên şer ên dewleta Tirk û ev tişt hate gotin:

SÛCÊN ŞER

"Li gorî lihevkirina Ceneve ya sala 1949`an leşkerkirina zarokan ji binpêkirinên mezin e, bi taybet li gorî madeya 3`emîn a hevbeş a di navbera her çar lihevkirinên Cenevê ya sala 1949`an.

Em weke rêxistineke hiqûqî di waraê mafên mirovan bang li hemû rêxitinên navnetewî yên mafî, sivîl û di serî de rêxistina Mafên Mirovan – Rêxitina UNICEF dikin ku zextê li dewleta Tirk bike da ku leşkerkirina zarokên temenê biçûk û şandina wan ber bi mirinê ve rawestîne, koorîdorên ewle veke da ku bi aramî li malbatên xwe vegerin. Her wiha em bang li rêxistinên navdewletî û herêmî dikin ku balê bikşînin ser binpêkirinên mezin ên dewleta Tirk û kiriyarên wê ji raya giştî re diyar bikin, rastiyê li pêşiya civaka navdewletî derxe hole û divê kesên sûc pêk anîne bişînin dadgehên cînayetan da ku werin cezakirin."

(cx-bx)

ANHA


Mijarên Din