Rêxistina Mafên Mirovan banga lezgîn li WHO û UNICEF`ê kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê û Heyva Sor a Kurdî banga lezgîn li tevahiya rêxistinên mirovî û hiqûqî kir, di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), UNICEF û Xaça Sor a Navneteweyî, ku bi erka xwe ya mirovî der barê koçberên Efrînê yên li herêmên Şehbayê dimînin de rabin û alîkariyên mirovî û tenduristî yên lezgîn ji wan re bişînin da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê bigirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê- Sûriyê û Heyva Sor a Kurdî îro bi daxuyaniyekê bang li  dewletên cîhanê, rêxistinên mirovî, tenduristî û WHO`yê kir ku alîkariyên tenduristî yên lezgîn ji koçberên Efrînê re pêşkêş bikin.

Daxuyanî li Kampa Serdem ji aliyê endama Heyva Sor a Kurd û Rêxistina Mafên Mirovan Fedîla Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de her du rêxistinan hişyariya ku dewletan û rêxistinan girêdayî belavbûna pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) li Sûriyê û bandora wê li ser pêşeroja gelê Sûriyê dane, destnîşan kir û got êdî ev hişyarî bûye rewşeke rasteqîn, li gel ku binesaziya warên xizmetguzarî û tendurstiyê ji ber şerên deh salan wêran bûye. Vê jî hişt ku warê tenduristî li Sûriyê gelekî zeîf bibe û nikare vê rewşê derbas bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi ragihandina WHO`yê re ku Koronavîrus veguheriye pandemiyekê ku li dijî tevahiya mirovahiyê gef e, bi girtina gelek tedbîrên xweparastinê ji aliyê dewletên cîhanê ve, li gel ku WHO`yê ji tevahiya hikumetên cîhanê xwest ku bi lez li hember vê pandemiyê tev bigerin, gerînendeyê giştî yê WHO`yê Tedors Ohanum bang li dewletên cîhanê kir ku tedbîrên ji vê cidîtir bigirin û got rêya herî guncew ji bo şikandina vîrusê, karantîna û testkirin e.

PÊWÎSTIYA 5 KAMPAN BI PÊDIVIYÊN SEREKE HEYE

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewşa tenduristiyê li herêmên Şehbayê pir xirab e, bi tabyet di kampên ku koçberên Efrînê de û pêwîstiya wan bi alîkariyên tenduristî, xizmetguzarî û civakî heye.

LI HERÊMÊ ŞERT Û MERCÊN TENDURISTIYÊ TUNE NE

Her du rêxistinan di daxuyaniyê de got di meha Tîrmehê de li Sûriyê vîrusa korona zû belav bû. Li Helebê bi sedan kes bi vîrusê ketin. Lewma rewş dijwar dibe. Her wiha di vê mehê de jî li herêmên Şehbayê bi dehan kes bi vîrusê ketin. Ji wan du kesan jiyana xwe ji dest da. Tevî ku tê zanîn ku herêma Şehbayê ji tevahiya aliyan ve ji bilî deriyekî ku wê bi bajarê Helebê ve girê dide, dorpêçkirî ye û ji ber çûn û hatina şêniyan di navbera Heleb û herêmên Şehbayê de bêyî girtina tedbîrên xweparastinê, ev yek dibe sedem ku hejmara nexweşan zêde bibe ku di encamê de karesateke mirovî di vê erdnîgariyê de ya ku tê de şertên tenduristiyê peyda nabin, rû bide.

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din