Rêxistina Mafên Mirovan a Kobanê: Divê Meclisa Ewlehiyê dewleta Tirk ceza bike

Rêxistina Mafên Mirovan a Kobanê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û qutkirina ava çemê Firatê wek sûcekî şer pênase kir û destnîşan kir ku divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

Rêxsitina Mafên Mirovan a Kobanê îro têkildarî kêmkirina ava çemê Firatê bi destê dewleta Tirk daxuyaniyek da. Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê dosyaya çemê Firatê ji Meclisa Ewlehiyê re bê şandin da ku sûcên bi vî awayî werin sekinandin.

Daxuyanî ji aliyê endama rêxistinê Nesrîn Elî ve hat xwendin. Hejmareke jin tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk sûcên li dijî gelan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, deqeke reş e li ser eniya mirovahiyê, hemû dewlet, sazî û civaka navneteweyî ku banga parastina mafên mirovan dikin, li beramberî sûcên û êşên ku sivîl dikişînin, bê deng in.

Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk hemû çekên qirêjî bi kar tîne ku şerê sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wan ji jiyana aram li welatê wan bê par bihêle û herî dawîn jî hikumeta Erdogan pîvan û lihevkirinên navneteweyî û herêmî binpê kirin û ava çemê Firatê qut kir, bi vê yekê jiyana mirovan dixe xetereyê û zirarê dide ekolojiyê.

Her wiha hikumeta Erdogan bi dagirkirina bajarê Serêkaniyê re av ji stasyona Elok qut kir û di encama wê de şêniyên parêzgeha Hesekê û gundewarên ji avê bê par man û bi sed hezeran ji gelê herêmê tî mane.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de sûcên dermirovî yên hikumeta Tirk pêk tîne û dikevin asta sûcên şer, şermezar kirin û destnîşan kir ku divê hemû rêxistin vê yekê şermezar bikin û bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo vê yekê civîneke awarte li dar bixin û dewleta Tirk ceza bikin.

bx

ANHA


Mijarên Din