Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê sûcên Tirkiyê yên di meha Tîrmehê de belge kir

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê kuştina zarokê bi navê Xelîl Nîhad Şêxo li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê wekî sûcekî bazirganiya mirovan  bi nav kir û piştrast kir ku ji 2011`an ve 464 welatiyên Sûriyê bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker di 3`ê Tebaxê de zarokê bi navê Xelîl Nîhad Şêxo (16) ê ji gundê Fêrkan ê navçeya Şera ya kantona Efrînê, kuştin.

Xelîl ji ber zordariya çeteyên Tirkiyê hewl da ji Efrînê derkeve. Di dema ku sînor derbas dikir, leşkerên Tirkiyê 3 gule li zarokê Efrînî reşand û ew kuşt. Piştre rakirina nexweşxaneyeke bajarê Kilis ê Tirkiyê û endamên laşê wî dizîn.

Têkildarî mijarê, ANHA`yê bi berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîma Şêxo re hevpeyvînek çêkir. Şêxo kuştina Xelîl Nîhad Şêxo û diziya endamên laşê wî bi sûcekî şer bi nav kir û got divê rêxistinên navnetewî û rêxistinên mafên zarokan hesabê ji Tirkiyê bixwazin.

Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve heta niha 464 welatiyên Sûriyê bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û got: "Kiryarên dewleta Tirk li dijî sivîlên Efrînê, qanûn û peymanên navnetewî yên NY`yî bin pê dikin."

DI TÎRMEHA BORÎ DE LI EFRÎNÊ 78 WELATIYÊN KU DI NAVA WAN DE JIN JÎ HEBÛN, HATIN REVANDIN

Şêxo destnîşan kir ku di Tîrmeha borî de li kantona Efrînê ya dagirkirî îstixbarat û çeteyên Tirkiyê nêzî 78 welatiyên ku ji wan 4 jin û 4 niştecihên biyanî hene, revandin. Her wiha 12 sivîlên din ku jinek jî di nava wan de heye êşkence kirin û çarenûsa 3 zarokên wendayî ne diyar e.

BERHEMÊN ÇANDINIYÊ YÊN SIVÎLÊN NAVÇEYA MABATA TÊN DIZÎN

Şêxo li gorî çavkaniyên xwe yên taybet ji Efrînê eşkere kir ku fermandarê çeteyên bi navê "Emşat" ên li gundê Kaxirê yê navçeya Mabata bi hevkariya çeteyê bi navê Ebî Cîhad ku fermandarê çeteyên Semerqend e, li gundên girêdayî Mabata mewsima simaqê û gozan a sivîlên navçeyê dizîn û firotin bazirganên li Efrînê.

Şêxo diyar kir ku di salên borî de tenê li gundê Kaxirê mewsima gozan 300 ton bû. Her wiha destnîşan kir ku gundên navçeya Mabata bi darên gozê, behîv û fêkiyan navdar in û ji destpêka dagirkirina Efrînê ve çeteyên Tirkiyê wan berheman didizin.

DARÊN NAVÇEYA MABATA TÊN QUTKIRIN Û DIZÎN

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo wiha lê zêde kir: "Niştecihên biyanî tevî çeteyên Semerqend li navbera gundê Hec Qasimo û gundê Misteşûra hewl didin rêyeke çiyayî vekin û daran qut dikin. Li gorî SOHR`ê zêdetirî 20 alav ji bo qutkirina daran tên bikaranîn, da ku çete li herêmên dagirkirî pê bazirganiyê bikin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din