Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bikevin Efrînê û kiryarên dewleta Tirk eşkere bikin

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê bang li rêxistinên mafên mirovan û torên çapemeniyê kir ku derbasî Efrînê bibin ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê belge bikin û bûyerên li Efrînê ji cîhanê re ragihînin.

Bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê daxuyaniyek weşand.

Bi dehan endamên ji rêxistinê, şênî û endamên saziyên sivîl li qada Kampa Serdemê ya gundê Til Sosîn ê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla hiqûqnas Heyan Elî û bi zimanê kurdî ji hêla çalakgera hiqûqnas Zênbe Mihemed ve hat xwendin.

Daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê wiha ye:

"Di 10’ê Kanûna 1948’an de civaka navdewletî yekemîn Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ragihand. Piştî ku nûnerên ji tevahî cihêrengiyên qanûnî û çandî yên ji tevahî cîhanê ev belgeya dîrokî ya girîng, forme kir ku bingehên sereke yên dan û standina dewletan bi welatiyên xwe re danî. Ev roj, roja ku Komeleya Giştî ya NY’yê di 1948’an de Roja Mafên Mirovan ragihandiye ku tê de îro mafên mirovan hemleya salvegera 72’yemîn pîroz dike. Da ku zêdetir bê eşkerekirin, ev belge dîrokî ye ku mafên mirovan tê de nayên binpêkirin. Ji her ferdekî/ê re, bêyî nêrîna li etnîk, reng, ol, zayend, ziman, nêrîna siyasî, koka neteweyî, civakî, dewlemendî, jidayikbûn, mafên parastinê heye. Her wiha jî ev belge li zêdetirî 500 ziman hatiye wergerandin.

Qanûna bi hedefa jiyana hevbeş a tevahî gel û neteweyan pêk tîne û naveroka wê li ser wekheviya rûmet û nirxa ji her kesekî/ê re ye. Bi saya ragihandina wê û pêkanîan dewletan a rêgezêfn wê, rûmeta bi milyonan mirov hat parastin û bingehên herî adilane di cîhanê de danî.

Her wiha jî tevî ragihandina wê, heta niha tevahî bendên wê ji li ser tevahî neteweyan pêk nehatine.

Der barê rewşa Sûriyê de, rewşa bi temamî ji li gor van nirx û rêgezan cuda ye. Ji dema destpêkirina aloziya Sûriyê ji 2011’an û heta niha ve, şerê Sûriyê di navbera hêzên hikumetê û qaşo opozîsyona bi Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê de ye.

Vî şerî bi hezaran kuştî û birîndarî di navbera sivîl, bi taybet jin û zarokan de çêkir û her wiha jî di her cure binpêkirin ji kuştin, îşkence, revandin û koçberkirina bizorê re derbas bûn.

Lê li herêmên Bakur û Rojhilat-Rojavayê Sûriyê, rewş ji tevahî herêmên Sûriyê yên dîtir krêttir bû. Di 2018’an de artêşa dewleta Tirk bi piştevaniya qaşo Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê herêma Efrînê dagir kir û bi wê re jî sivîlên resen neçarî koçberiyê kir û zêdetirî 300 hezar şênî ji  gund û bajarên xwe ber bi herêmên Şehba, bajarê Helebê û Cizîrê ve koçber bûn. Lê şêniyên mayî jî, di revandin, xwestina fidye û îşkenceyan re derbas bûn. Her wiha nêzî 6 hezar kes hatin revandin û hê jî çarenûsa 3 hezar û 300 revandiyan ne diyar e.

Tenê di meha Mijdarê de, 86 şênî ji Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayî wê hatin revandin. 2 hezar û 400 hatin birîndarkirin, jê jî 300 zarok û 210 jî jin in. Ew birîndarkirin jî bi serdegirtina malan, lêdan, îşkence û parçeyên teqînan pêk hatin. Li aliyekî din jî 60 rewşên tecawîzkirin û 500 revandî bi daxwaza fîdyeyê ji dema derbasbûna dewleta Tirk a ji Bakurê Sûriyê çêbûn. Ji wê zêdetir jî zêdetirî hezar û 213 sivîl hatin kuştin jê jî 54 kes di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û komên alîgirên wê de bi îşekenceyê hatin kuştin. 198 rewş jî ji kuştiyên bi bûyerên trafîk, mayîn û teqînan, pêk hat.

Her wiha heta bi dar û kevran ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û komên alîgirên wê derbas nebûn. Şûnwarên çandî û dîrokî mîna cihên dîrokî yên Eyn Dara, Kela Nebî Horî û Beradê piştî dizîna dewlemendiyên wê û entîkên şûnwarî û derbaskirina li Tirkiyê re da ku li sûkên Ewropayê bifiroşin, hatin xirabkirin.

Zêdetirî 150 hezar dar ji zeytûn daristanan hatin birîn û her wiha jî 3 hezar ji darên bitemen ku piraniya wan ji darên daristanan in jî hatin birîn. Her wiha jî zêdetirî 15 hezar dar ji darên daristan, zeytûn û yên biberhem hatin şewitandin.

Li aliyekî din jî perwerdeya bi minhacên dewleta Tirk li dibistanên Efrînê hatin ferzkirin û perwerdeya olî ya tundrew û kesên ji bermahiyên DAIŞ’ê û E-Nusra wek vexwendî di wê aliyê de jî bi piştevaniya ji komeleyên Qeterê bi navê komeleyên xêrê yan alîkariyê hatin erkdarkirin. Dîwarê parçekirina bajarê Efrînê ji Sûriyê da ku di pêşerojê de li ser tevlêbûna xaka xwe garantor be, lêkir. Navên qadên giştî ji kurdî guherîn zimanên Tirkî û dibistan vegerandin cihên ewlehî û revandinê.

Ji lew re bang li rêxistinên navdewletî ya hiqûqî û mirovî û di serî de NY’yê, Rêxistina Mafên Mirovan û UNICEF’ê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin û fişarê li ser hikumeta Tirkiyê bikin ku êrişên xwe yên li dijî tevahî sûriyan bi giştî û li dijî Efrînê bi taybet rawestîne û her wiha jî fişarê bikin ku tevahî hêzên xwe ji xaka Sûriyê bikişîne û bihêle koçber vegerin warên xwe.

Her wiha jî bang li rêxistinên mafên mirovan û torên çapemeniyê dikin ku derbasî Efrînê bibin da ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û komên alîgirên wê belge bikin û dîmena rastiya diqewime ji cîhanê re pêşkêş bikin û giliyên lez bi mafên serokkomarê dewleta Tirk Recep Teyyîp Erdogan, wezîrê Parastinê Hilusî Akar, serokên Itîlafa Sûriyê ya bi navê Hikumeta Demkî û her kesê destê xwe di binpêkirin û sûcên şer de heye, pêk bîne û rakin dadgeha sûcên navdewletî û li gor peyman û qanûnên navdewletî darizînin. Li aliyekî din jî alîkariyên lez ji şêniyên resen re piştî ku bigihîjin gundên xwe pêk bînin û ji nû ve tiştên ku dewleta Tirk ku di êrişên xwe û dagirkirina Efrînê de wêran kirine, ava bikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din