`Dive Tirkiye were darizandin`

Rêxistin û saziyên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kirin ku ji bo gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikevin tevgerê û wiha gotin: “Tirkiyê ji ber binpêkirinên li ser gelê Sûriyê dike, darizînin.”

Nûnerên rêxistin û saziyên jinan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî li cihê teqîna Qamişlo a li taxa Rojava hat dayîn. Jinan pankartên bi nivîsên `Jin banga aştiyê dikin û parêzvanên aştiyê ne, `Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin` û `Jin jiyane jiyanê nekujin` hildan.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla endama rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî jinê Mune Ebdulselam û bi zimanê Erebî ji hêla endama rêveber a rêxistina Sara Menel Musa ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

`Ewlehî û aştî ji bi misogerkirina jiyana bi rûmet bê tundî û pêkanîna pêşketinê di civakan de ji berztirîn armancên gelan e. Şer li ser mirovahiyê ji mezintirîn karesetan e. Ji ber ku mirov, kevir tune dike û şaristaniya mirovahiyê wêran dike.

Jin û zarok ji mezintirîn qurbanên van nakokiyan in. Ji ber ku di şeran de rastî binpêkirinên ji kuştin, destavêtin, bikaranîn, koçberî û penaberiyê tên. Ev hemû wêneyên azara jina Sûriyê ye. Jina Sûriyê ji encamên şerên Sûriyê hîna azar û êşê dikşîne.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya keç û kurên xwe, xwe ji encamên şerên wêrankirî dûr xistin û bingeha jiyana hevpar di navbera pêkhateyên herêmê de ava kirin. Her wiha ewlehiya sînorên xwe bi dewletên cîran re parastin. Lê hikumeta Tirkiyê gefa êrîşkirina herêmên “ewle” dixwe û tehdîd dike ku dê fetîla şerekî li Sûriyê vêxe. Da ku windahî û wêraniyek ji yên berê pirtir çêbike. Tecrubeya Efrînê jî ber bi çav e. Ji roja ku ji hêla Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, binpêkirinên li ser gelê wê, bi taybet jinan berdewam in.

Wek jin em dengê xwe bilind dikin û tekez dikin ku em bi ewlehî û aştiya xwe ve girêdayî ne. Em banga hevgirtinê li jinan dikin, ji ber ku Tirkiyê bi gefên xwe ewlehiya herêmên me têk dibe. Ev ewlehî dîwarek parastinê ji me û zarokên me re ava kiriye.

Wek rêxistinên jinan ên herêmê em ji aliyên berpirs dixwazin ku bilivin, gefên Tirkiyê yên li dijî herêmê rawestînin. Sedemkarên şeran û nakokiyan li ser asta navdewletî darizînin. Her wiha desteka têkoşêna jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku gelek destkeftî bi dest xistin û maf parastin, bikin.`

Rêxistin û saziyên jinan ên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinê..

Weqfa Jina Azas a Rojava.

Toreya rêveberên aştiyê.

Komeleya Şawîşka

Malên jinan ên Qamişlo.

Yekîtiya Jina Suryan.

Kongreya Star.

Komîteya Jin a Desteya Neteweyî ya Erebî.

Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê.

Rêxistina Şêr a Geşpêdanê.

Navenda Jin a Kongreya Islama Demokrat.

(şx)

ANHA


Mijarên Din