Rêveberên Incîlî: Erdogan diktator û kujer e, Trump jî rê da wî ku Xiristyan û Kurdan bikuje

Rêveberên Icîlî yên li DYA‘yê bi zimanekî tund Trump rexne kirin û gotin, Erdogan diktator û kujer e û Trump jî rê da wî ku Xiristyan û Kurdan bikuje.

Keşe û rêberê Incîlî yê navdar Franklin Graham ku wek dostekî Trump e, li ser hesabê xwe yê `Twitter ` bang li dostên xwe dike ku ji bo ruhên wan kesên dê ji ber biryara Koşka Spî ya kişandina Hêzên Amerîka ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin êşandin nimêjê bikin.

Graham,  destnîşan kir ku biryar ji bo herdu partiyên Demokratîk û Cemhûrî yên Amerîkayê  cihê fikaran e û tê wateya terikandina kurdan.

Keşe û rojnamegerê Incîlî Bart Robertson ê  ku heta dawiyê yek ji piştgirên herî zêde yê Serokê Amerîka bû, hişdarî da heger Trump detswerdanê neke da vê êrîşa dewleta Tirk ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê seknandin, dê “Piştgiriya ji asmanan winda bike”. Her wiha Erdogan wek diktator û kujerekî bi nav dike.

Rubrtson li ser biryarê Koşka Spî , destnîşan kir ku`` bi Hêzên Demokratîk ên li Bakurê Sûriyê re, îxanet e``.

Her wiha  bi vê gotinê Trump rexne dike: “ Serokê ku hişt laşê rojnamevanê Siûdî  Cemal Xeşeqcî bêyî ku were cezakirin parçe bibe,  niha dê bihêle Tirk xiristiyan û kurdan serjê bikin ."

Rojnamegerê Incîlî yê navdar Arek Erekson jî li ser hesabê xwe yê Tiwtter, bang li Seroka Parlemantoyê Nancy Pelosi ya Demokrat kir ku bi lez bide doza dûrxistina Trump û got:``Dibe ku hîna ji bo xelaskirina hin Kurdan dem di destê me de hebe.``

Li gorî çavdêran ev rexne fikarên mezin li ser hemleya duyem a ilbijartinên Trump dikin, bi taybet jî ku yek ji sedemên girîng ên serkeftina wî ya di hilbijartinên derbasbûyî de Incîliyan bû.

(rr)

ANHA


Mijarên Din