Rêveberiya Xweser:Di Roja Cîhanî ya Rojava de, divê cîhan piştgiriya gel bike

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid bang li civaka navdewletî kir, ku di vê Roja Cîhanî ya Berxwedana Rojava de, wekî ku berî niha zêdetirî 30 dewletan piştgirtiya Berxwedana Kobanê kirin, piştgirtiya gelên herêmê bikin.

Bi boneya Roja Cîhanî ya Rojava de, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid bang li dewletên cîhanî û hêzên demokratîxwaz kir, ku hewlestên xwe li dijî kiryarên ku dewleta Tirk û çeteyên wê der heqê gelên herêmê de pêk tîne wekî qirkirina etnîkî, tirs û xofê diyar bikin û van kiryaran rawestînin.

Bêrîvan Xalid di destpêka axaftina xwe de ev tişt got: “Herêmên Rojava herêmên herî zêde ku li dijî terorê şer kirine, her wiha herêmên herî zêde li ser bingehên biratiya gelan, jiyana hevbeş, xwerêvebirina siyasî, xizmetguzarî û leşkerî, istiqrarê ji gelê herêmê re peyda dike.”

Bêrîvan anî ziman ku herêm ji aliyê DAIŞ`ê rastî êrişên hovane hatin, nexasim bajarê Kobanê, Reqa û Dêrazor ku çend salan ji aliyê DAIŞ`ê hatine dagirkirin, lê belê bi saya gelê herêmê û ku di bin sîwana QSD`ê de li ber xwe dan, ji 1/3 cografiya Sûriyê hate rizgarkirin û aramî misoger bû.

Bêrîvan Xalid bal kişand ser ku piştî di milê cografî de herêm ji DAIŞ`ê hate rizgarkirina, lê hêj fikirê DAIŞ`iyan belav e û zehemtiya wê ew dikişînn, niha jî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatine dagirkirin.

Her wiha Bêrîvan îşaret bi binpêkirinên ku dewleta Tirk li pêşberî çavên cîhanê bi çekên qedexekirî êrişî sivîlan dike, cenazeyan xerab dike û kiryarên dermirovî pêk tîne.

Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan, anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê belge dike, ji talankirin, qirkirin, revandin, qetilkirina sivîlan di serî Sekreterê Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef.

Bêrîvan Xalid bang li hêzên navdewletî û herêmî kir, wekî çawa berî niha 30 dewletan piştgirtî dan Berxwedana Kobanê, îro jî di Rojava Cîhanî ya Rojava de, piştgirtiya gel bikin.

Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku ew banga li cîhanê dikin ku li rex li vê herêmê bisekinin ku niha ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve rastî terorê tê.

Bêrîvan got, cîhan deyndarên gelên herêmê ne, ji ber di oxira parastina mirovahiyê ji qirkirinê de, 11 hezar şehîdan canê xwe feda kirin û 24 hezar birîndaran parçeyên canê xwe dan.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bêrîvan Xalid di dawiya axaftina xwe bilêv kir ku erka cîhanê ye ku bi me re parastina destkeftiyên herêmê ji qirkirinê biparêzin, her wiha divê gelê herêmê yekdest bin û parastina herêmê ji êrişan bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din