Rêveberiya Xweser zirara cotkaran dabîn dike

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mekanîzmaya dabînkirina zirarên cotkarên ku zeviyên wan şewitîne, diyar kir.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh biryarek der barê mekanîzmaya dabînkirina zirarên cotkarên de da. Havîna derbasbûyî li herêmê agir bi geleke zeviyan ketibû.

Meclisê diyar kir ku di encama civîna meclisê de ku 4`ê Tîrmeha 2019`an li dar ket ku ew ê berdêla zirarên ku gihîştiye cotkarên ku zeviyên wan di demsala borî de şewitîbûn, vegerîne  û ev biryar hatin dayîn

- Hemû cotkarên ku zeviyên wan şewitîn, tov bê pere ji navendên belavkirinê yên girêdayî Desteya Aborî û Çandiniyê werdigire.

- Cotkarên ku zeviyên wan şewitîne ji heman tovên ku çandibû werdigirin (ceh û genim).

Rêveberiyê dema pêkanîna vê mekanîzmayê diyar nekir.

Şewatên ku di zeviyan de çêbûn û rêveberiyê got ev yek bi qestî pêk hatiye, rûbereke mezin ji zeviyên çandiniyê yên herêmê şewitand. Gelek zirar gihîştin cotkaran. Ji ber wê Rêveberiya Xweser biryar da ku berdêla zirara ku gihîştiye cotkaran, bide.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din