Rêveberiya Xweser zîhniyeta netewedewletê derbas kir û bû modeleke nû-1

Şer û nakokiyên li Hindistan, Çîn û komarên Sovyeta berê, heta çolistana Mexrib û çolistana Erebî tevahî berhemên hegemonyaya kapîtalîst in ku netewedewletan derxistin da ku hebûna xwe mayînde bikin. Aloziya ku ev 10 sal e li Sûriyê rû dide, tê de modeleke li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş ket û dikarî ji tevahî şer û nakokiyan re bibe çareserî.

21`ê Çileyê salvegera 7'an a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ye. Ev rêveberî ya yekemîn e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.

Bi şoreşa Sûriyê ya Adara 2011'an re ya ku ji xeta xwe derket û ket xizmeta ajanedeyên herêmî ku tu girêdana wê bi şoreş û daxwazên gelê Sûriyê nîn e, Rêveberiya Xweser hate ragihandin û bû modela çareseriyê ji aloziya Sûriyê re ye.

Di vê dosyayê de em ê balê bikişînin ser projeya Rêveberiya Xweser a ku bûye mînak. Di beşa yekemîn de em ê behsa rêgezên Rêveberiya Xweser, şertên ku bûn sedema derketina vê projeyê û pêvajoyên pêşketina projeyê bikin.

RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji hîmên neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan e. Ev rêveberî pergala rêxistinî ye, armanc dike ku civakê bighîne rewşekê ku bibe xwedî biryar û xwe bixwe bi rêve bibe. Ev pergal dijberî pergala desthilatdar a navendî ye.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya "Sosyolojiya Azadiyê" de dibêje ku heger neteweya demokratîk giyan be, rêveberiya xweseriya demokratîk beden e. Her wiha dibêje ku rêveberiya xweser ne li ser bingehê yek netewe û yek cografyayê ye û ne jî yek ol e. Lê belê li ser esasê gel û civakên cuda û li ser esasê demokrasiyê ye û li dijî zîhniyeta netewedewletê ye.

Rêber Ocalan her wiha li ser rêveberiya xweser dibêje: "Di sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk de, ya girîng rêvebirina îradeya civakê ye. Rêveberiya xweser rêbazên birêvebirina civakê ya derveyî çarçoveya dewletê ye. Di rêveberiya xweser de gel û civak kar û barên xwe derveyî xeleka dewletê bi rê ve dibin. Ev rêveberî ji navarok û felsefeya rêveberinê ya li gorî rêbazên rêveberiya xweser a plankirî ye, ji ber desthilata hikumê xweser li herêmê diyarker e ku sîstema xwe rêvebirin girêdayî hikumeta navendî ye û şiklekê di hundirê dewletê de ne di hundirê civakê de digire."

RÊGEZÊN RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK

1-NETEWA DEMOKRATÎK:

Di Rêveberiya Xweser de sîstem dûrî netewedewlet e. Neteweyên heyî vediguherîne neteweyên demokratîk, bi rengê ku hemû hev û din qebûl bikin û di rêvebirina rêxistinên civaka sivîl ên cuda de beşdar dibe, da ku cudabûn û rengbûnê bide û rê li ber hemû beşên civakê de veke ku beşdarî rêvebirinê bibin.

2-WELATÊ HEVBEŞ:

Ev têgîn esasê her çareseriyeke demokratîk e. Welat ê tevahî pêkhateyan, bi hemû netew û mezheban e û biratî û yekitiyê ya dûrî hegemoniya her aliyekî li ser hesabê aliyekî din e ku înkarkirina hebûna pêkhateyên din roleke sereke ye xurt dike.

3-KOMARA DEMOKRATÎK:

Ev têgîn tê wateya ku sîstem dûrî netewedewlet be û li gorî sîstema demokratîk be. Her wiha tevahî pêkhate bi rengekî qanûnî û demokratîk bêyî cudabûna netew, dîn û îdeolojî di bin sîwanekî de dijîn.

4-DESTÛRA DEMOKRATÎK

Li gorî vê yekê, bi beşdarbûna tevahî pêkahteyên civakê xebat ji bo nivîsandina destûrekê wê were kirin. Taybetmendiyên vê yekê ew e ku sîstem ji bo pêşkêşkirina pisporî û tecrûbeyên aktîf be û zemîna durist a hevgirtina civak û sîstema rêveberiya xweser e.

5-ÇARESERIYA DEMOKRATÎK

Ev rêgez, demokratîkbûna civaka sivîl esas digire. Li şûna avakirina dewleteke nû li sîstemeke demokratîk aktîf di avabûna civakê de digere, çi ji bi rêya jinûve sererastkirina sîstema civakî ku rengekî ji rengên dewletê ye, anî jî bi rêya pergala sîstema dewleta heyî be. Ev yek destûreke demokratîk pêwîst dike da ku ji dewletê zêdetir xizmeta civakê bike. Her wiha ji bo ku rengek ji girêdana di navbera saziyan û civakê de dûr parvekirina desthilatdariyê ava bike, ku rê li ber pêşxistin û xurtkirina hêzên demokratîk û civakê veke.

6-YEKITIYA MAF Û AZADIYÊN FERDÎ Û CIVAKÎ

Maf, azadî û hêza ferd a pratîkî mîsoger dike bêyî ku ji civakê were dûrxistin. Ev têgîn li ser esasê azadî û mafan hatiye avakirin û bêyî kombûn û ferdan ne pêkan e.

7-SERXWEBÛNA ÎDEOLOJÎ Û AZADIYÊ:

Rêveberiya Xweser xwe dispêre azadiya îdeolojîk û xilasiya ji îdeolojiya hegemon. Ji ber ku dibîne ku bêyî azadiya îdeolojîk zehmet e ku prosesa demokratîkbûnê bi ser bikeve.

8-DIYALEKTÎKA DÎROKÎ Û ÎROYÎN

Ev rêgez, xwe dispêre xwendina durist ji bûyerên dîrokî û pêvajoyên wê heta vegera li radeya yekemîn, da ku geşedanên heyî diyar bike û li gorî dîroka rasteqîn guhertinan pêk bîne. Di vê de sûdê ji lêkolînên realîst ên dîrokî yên girêdayî rewşa jiyanî digire ku bi encam derkeve. Ji ber ku dîrok wekî çavkaniyeke bingehîn ji bo kişandina hêzê binirxîne û li ser avakirina hafizeya civakê dixebite da ku li hemberî ziyanên ku ji ber modernîteya Kkapîtalîst derketine, bi ser bikeve.

9-EXLAQ Û WIJDAN

Rêveberiya Xweser girîngiyê dide rêgeza wijdanî û di her gaveke ber bi demokratîkbûnê de esas digire.

Ji ber ku bêyî wijdan ne mimkun e ku demokrasî pêk were, her wiha bêyî aktîfkirina wijdanê civakî, parastina civakî ne pêkan e. Da ku rola xwe di pêkanîna edaletê û avakirina civakeke exlaqî û polîtîk de bi cih bîne.

10-XWEPARASTIN

Di Rêveberiya Xweser de xweparastina li hemberî pişaftin û keysbaziyê mafekî pîroz e ku ji ber modernîteya kapîtalîs derketiye. Li gorî vê pêwîst e çareserî ji pirsgirkên xweparastinê ji tevahî pêkhateyên gel, ferd û civakan de were dîtin. Her wiha li gorî wê tunebûna sîstema parastinê di civakan de rê li ber koletî û qirkirinên etnîk vedike.

MERCÊN KUN BÛN SEDEMA DERKETINA MODELA RÊVEBERIYA XWESER

Serhildana gel a di Adara 2011'an de bi banga azadî û demokrasiyê dest pê kir, veguherî şerê çekdarî li ser desthilatê di navbera rejîm û opozisyonê de. Her du hêzan xwe li hêzên herêmî û navdewletî girtin. Lê li herêmên Rojavayê Kurdistanê pêkhateyên ku bi hev re dijîn bi nêrîneke cudayî her du aliyan derket.

Di vê derbarê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis got: "Cudabûna nêrîna me, ji ber zîhniyeta her du aliyan a bidestxistina desthilatê bû. Nêrîna her du aliyan (Rejîm û kesên navê opozisyên li xwe dikin) ji hev cuda nine. Ji ber vê gelên Sûriyê ji her du aliyan bê hêvî bûn."

Yûnis destnîşan kir ku her du alî di zîhniyeta xwe ya ji 10 salên aloziyê ve berdewam in û diyar kir ku ev yek di tunebûna nûnertiya rasteqîn a rêveberiya gelê Sûriyê de ya bi armanca azadî û demokrasiyê de eşkere dibe.

Yûnis anî ziman ku nêrîna gelê Rojava ji aloziya Sûriyê re xwe spartin projeya neteweya demokratîk a rêvebirina herêmê û wiha domand:" Heger hevrûkeriyeke di navbera hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ên di bin serweriya hikumeta Şamê û hêrêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk ên bi navê "Îtîlafa Sûriyê" de were kirin, wê were dîtin ku ev nêrîna gelê Rojava ya herî durist e."

BERHEMÊN ŞOREŞÊ

Ev nêrîn bi derketina projeya Rêveberiya Xweser encam da û wekî çarçove û modeleke nû ye da ku gel xwe bi xwe bi rêve bibe û rêvebirina herêmên xwe bike, dûrî nakokiyên navxweyî, parastina jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan, bêyî cudabûna olî, an mezhebî, neteweyî û etnîk.

Rêveberiya Xweser berhemên Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an e ya ku çirûska wê ji Kobanê dest pê kir.

Li ser mijarê Telet Yûnis dibêje: "Pêwîstî bi projeyeke demokratîk hebû ku nûnertiya vîna gelan bike. Pêwîstî bi veguhastineke ber bi demokrasiyê ve hebû, ku xwe bispêre vîna civakan, da ku ji sîstema neteweyî ya navendî xilas bibe û tevahî beş û pêkhateyan beşdarî dayîna biryaran bibe û rêvebirina welat veguherîne sîstemeke nenavendî."

ARMANCA PROJEYÊ

Li gorî hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser, armanc pêkanîna edalet, azadî û demokrasiyê li gorî rêgezên hevsengiya ekolojîk û wekhevî, bêyî cudabûna etnîk an ol an bawerî an jî zayendî. Her wiha armanc pêkanîna tevna siyasî û exlaqî ya civaka demokratîk e.

Erka wê ya hevfehmkirin, jiyana hevbeş di çarçoveyeke pirrengiyê de, rêzgirtina ji rêgezên mafên gelan re di diyarkirina çarenûsa wê de, mîsogerkirina mafên jin û zarokan, peydakirina parastina xweserî û parastina rewa û rêzgirtina azadiya ol û baweriyan e.

Di vê projeyê de ku xwe dispêre fikira neteweya demokratîk, gelên herêmê xeta sîyemîn hilbijart, ne li gel rejîm û ne jî li gel opozîsyonê nesekinî.

Ev proje hemwextî salvegera yekemîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi rêveberiya demkî ya herêmê dest pê kir. Meclisa Gel a Rojava û Encumena Nîştimanî ya Kurd a Sûriyê ev proje pejirand û nûnerên pêkhateyên din jî erê kir. Lê partiyên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) beriya ragihandina rêveberiyê vekişiya, bêyî sedemên vekişîna xwe diyar bike.

PÊVAJOYÊN PÊŞKETINÊ

Piştî ragihandina rêveberiya xweser a yekemîn li herêmê Cizîrê, ev proje berfireh bû û li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin ragihandin. 27'ê heman mehê li Kobanê û di 29'ê heman mehê de li Efrînê hatin ragihandin.

Li gorî peymana civakî, gelên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têgîna dewleta neteweyî, leşkerî û olî û rêveberiya navendî û hikumeta navendî red kirin û ji formên lihevhatinê re bi kevneşopên demokrasî û pirreng re vekirî bûn, da ku hemû komên civakî, nasnameyên çandî, etnîk û neteweyî karibin xwe bi rêxistin bikin, rêz li sînor û rêzikên Sûriyê re bigirin. Mafên mirovan û parastina aştiya navxweyî û cîhanî biparêzin.

MODELA RÊVEBERIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Ev proje bû model û li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê belav bû. Piştî  ku QSD’ê herêmên din rizgar kirin, ev rêveberî bi navên cuda wekî meclis û rêveberiyên sivîl li herêmên din ji Minbicê bigire heya Tebqa, Reqa û Dêrazorê hatin pêkanîn.

Bi pêkanîna Rêveberiya Xweser de wekî çareseriyekî ji aloziya Sûriyê re, ji ber girîngiya ku di navbera rêveberiyên xweser û sivîl ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de koordîne were avakirin, di 6'ê Îlona 2018'an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Erka vê rêveberiyê, di navbera rêveberiyên xweser û yên sivîl de koordîne bike û biryaran bike yek.

ANHA


Mijarên Din