‘Rêveberiya Xweser vegera sûriyan qedexe nekiriye’

Nûnerê êla Benî Sebii Hisên El-Sade bang li gelê Sûriyê yên ji ber şer koçber bûne kir ku vegerin warê xwe û wiha got: “Rêveberiya Xweser vegera wan, an jî derketina wan a ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe nekiriye."

Beriya vê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyaniyek da û bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  yên ji herêmê ji ber şer koçber bûne kir ku vegerin warên xwe. Girêdayî mijarê nûnerê êla Benî Sebii Hisên El-Sade yê ku beşdarî komxabata êl û qebîleyên Herêma Cizîrê bûyî ji ajansa me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de El-Sade tekez kir ku ji destpêka rûdanan li Sûriyê, Rêveberiya Xweser ketina şêniyan ji herêmên xwe re qedexe nekir û wiha got: "Sûriyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin û ber bi Tirkiyê ve koçber bûne, niha vedigerin welatê xwe û Rêveberiya Xweser vegera wan qedexe nake. Lewra em bang dikin ku gelê Sûriyê vegere welatê xwe."

El-Sade wiha domand: "Em bang li sûriyan dikin ku vegerin warê xwe ji ber ku ev erkeke û ji me tê xwestin. Gelê Sûriyê gelekî ku ev bûyerên çêbûna ne layîqê wî ye.”

Di nav gotinên xwe de El-Sade diyar kir ku Erdogan berê gelê Sûriyê yê li Idlibê dide qirkirinekê û wiha berdewam kir: "Piştî ku bi milyonan dolar li ser pişta penaberan qezenc kir niha berê wan dide qirkirinekê."

Di dawiyê de El-Sade got: "Hindek aliyan xwîna sûriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê erzan kir. Bila bizanbin ku em xwîna xwe bi xwîna xwe diparêzin û gelê xwe bi ciwanên xwe diparêzin. Tirkiye û rêxistinên terorîst xwîna me helal kirin, lê me rêxistinên Tirkiyê yên terorîst tune kirin. Erê rast e Tirkiye behsa herêma “ewle” di nav herêmên me yên ewle de dike, lê bila bizanibe em ê wê derxînin. Tirkiye helwesta êlên Ereb dizane."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din