Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Qanûna Qeyser’ helwesta xwe eşkere kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî, saziyên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku divê bandora Qanûna Qeyser li ser herêmên ku têkoşîna li dijî terorê dikin, çênebe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, têkildarî ferzkirina cezayên Qanûna Qeyser, bi daxuyaniyekê helwesta xwe eşkere kir.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Ji ber belavbûna Koronavîrusê aloziyeke aborî û tenduristî li cîhanê çêbû. Her wiha şerê di navbera hêzên şerker de tevî bangên navneteweyî ji bo agirbestê, çêbû. Ji ber wê jî tundî û şer çêbûn. Em destekê didin wan xebatan û em dibînin ku şer tu carî xizmeta gel û pêşeroja wê nake.

Ev 9 sal e aloziya Sûriyê didome û heta niha çareserî û lihevkirina siyasî tune ye. Vê yekê bi xwe re bandoreke xeternak anî û rejîma Sûriyê berpirsa sereke ya vê tiştî ye. Ji ber wê xwe bi şêwazê tundiyê girt û diyalog red kir. Van hemûyan barê xwe xist hemû aliyan û di navde aliyê aborî bi rêya cezayên ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser Sûriyê hate ferzkirin. Armanca wê ew e ku rejîmê neçar bike ku bikeve bin zextê da ku xebatên siyasî li Sûriyê erê bike.    

Cezayên ku li ser Şamê hatin ferzkirin, nêzîkbûna bikaranîna Qanûna Qeyser bi taybet bê guman dê bandoriyê li hemû herêmên Sûriyê bike û di navde herêmên Rêveberiya Xweser ku parçeyek ji Sûriyê ne. Ji ber danûstandina bi hundirê Sûrî re heye û di hemû aliyan de bi cezayan bandor dibe. Ev yek bi serê xwe encamên neynî li herêmê ava dike û pirsgirêkên mezin çêdike bi taybet di dema ku herêm bû nuqteyeke girîng di sekna li hember terorîstan û rêxistina DAIŞ`ê.

Dema ceza werin ferzkirin û bandorê li herêmên me bike ev yekê dê yekser bandorê li xebatên tunekirina terorîstan bike.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî, saziyên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku nehêlin herêmên têkoşîna li dijî terorê, ji van cezayan bi bandor bibin. Ji ber heke cezayên wiha hebin bêguman ew ê ji bo zindîkirina rêxistina DAIŞ`ê derfet be û careke din tevahiya Sûriyê û herêmê û cîhan pêk ve dikeve xeteriyê, lewma divê tedbîrên parastina herêmê werin girtin û pê re têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ`ê asteng nebe.

Li gel vê yekê dê Rêveberiya Xweser bi erka xwe rabe û nehêle ceza û Qanûna Qeyser bandorê li herêmên me bike, bi rêya saziyên xwe dê rê li pêşiya keysbaziya vê aloziyê bigire.

Çi kesên ku hewl didin krîza aboriyê kûrtir bike, dê rêveberî cezayan li dijî wan bibire, di heman demê bang li gel dikin ku ji Rêveberiya Xweser re alîkar bin ji ber bandorên wisa  ji bin kontrolê derdikevin û pêwîstî bi pêşketin û piştgiriya xweser heye da ku gelên me sûdê ji dewlemendiya xwe ya çandiniyê bigire. Her wiha ji aliyê aborî ve divê ji ber xwe ve bibin alîkar û projeyên ji debarê re dibin bersiv, geş bikin. Di dawiyê de em dibêjin divê gel rê nedin tu kesî ku vê aloziyê wek derftekê bi kar bînin û bi rêya kesayetan an jî saziyan şerê taybet û propagandayê bikin.”

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din