​​​​​​​Rêveberiya Xweser tevî dorpêçê jî pêdiviyên milyonek koçberan peyda dike

Rêveberiya Xweser tevî ambargo, girtina deriyên sînorî û êrişên dewleta Tirk a dagirker jî, li 16 kampên fermî, kampên din û navendên bicihkirinê derdora milyonek penaber û koçberan dihewîne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhialtê Sûriyê tevî dorpêçê jî pêdiviyên milyonek koçber û penaberan peyda dike.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha axivî: “Li herêmê gelek kamp hene. Bi sed hezaran koçber li herêmê jî hene ku di encama şerên di navbera hikumeta Şamê û komên terorîst e revîne û xwe spartine herêmê. Her wiha di encama şerên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de binesaziya herêmê jî wêran bûye.”

Ehmed got gelek koçber ji ber hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê ji Şehba, Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê koçber bûne û anî ziman ku koçberên sûriyeyî jî hene ku ji beravên rojavayê Firatê hatine herêmê, gelek ji wan ji herêmên din ên Sûriyê hatine.

Ehmed da zanîn ku derdora 30 hezar penaberên iraqî û 10 hezar malbatên çeteyên DAIŞ`ê li kampên Hol û Roj hatine bicihkirin.

400 HEZAR KOÇBERÊN JI EFRÎNÊ

Ehmed destnîşan kir ku hejmara koçberên ji bajarê Efrînê yê dagirkirî derketine derdora 400 hezar e û niha li kamp û gelek navendên li herêma Şehbayê dimînin û ji bo wan Rêveberiya Xweser 5 kamp ava kirin ku wiha ne; Şehba, Serdem, Berxwedan, Veger û Efrîn. Ehmed bi bîr xist gelek koçber jî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û Reqa, Tebqa û herêma Cizîrê bi cih bûne.

Ehmed wiha berdewam kir: “300 hezar koçberên Serêkaniyê û Girê Spî hene. Ji bo wan 3 kamp; Weşûkanî, Serêkaniyê û Newroz û kampa Til El Simin ji bo koçberên Girê Spî li bakurê Reqayê hatin avakirin.”

Ehmed da zanîn ku hejmara niştecihên di kampan de, derdora milyonek e di nav de malbatên çeteyên DAIŞ û penaberên iraqî hene.

Her wiha diyar kir ku zêdetirî 100 kampên din li Reqa, Minbic û Dêrazorê hene ku ji wan 58 kamp li gundewarên Reqayê ne.

Ehmed ev li gotinên xwe zêde kir: “Piraniya koçberên di kampên bêpergal de, ji herêmê hikumeta Şamê koçber bûne, ji Idlibê ya di bin kontrola Cebhet El Nusra de û gundewarên Helebê ne.”

‘JI BO KU KOÇBER BI DILXWAZÎ VEGERIN WARÊN XWE EM DIXEBITIN’

Ehmed têkildarî vegera koçberan wiha axivî: “Ji bo ku koçber bi dilxwazî vegerin warên xwe, em dixebitin. Lê mixabin hikumeta Şamê û rêxistinên navneteweyî di vî warî de xemsar in û vegereke ewle û birûmet ji wan re peyda nakin.”

Der barê astengiyan de ku Rêveberiya Xweser di vî warî de dikişîne Ehmed got: “Hêz Rêveberiya Xweser sînordar e ku pêdiviyên wan koçber peyda bike. nexasim ku rêxistin û NY`yê destekê nadin. Heke rêveberiyê deriyên xwe li pêşiya koçberên veke, wê gelek koçberên ku dixwazin li vir bijîn, werin herêmê.”

Ehmed ev li gotinên xwe zêde kir: “Hejmara kampên ku Rêveberiya Xweser pêdiviiyên wê peyda dike, 16 e. Ew jî ev in; 6 kamp li herêma Cizîrê, 1 li Reqa, 1 li Tebqa, 2 li Minbicê, 1 li Dêrazorê û 5 li Şehbayê.”

Ehmed got mixabin NY`yê tenê 5 kampan qebûl dike û yên din heta niha qebûl nekiriye û derbasî wir nebûye.

‘GEFÊN DEWLETA TIRK Û GIRTINA DERIYÊN SÎNOR AZARÊN KOÇBERAN ZÊDE DIKIN’

Ehmed bal kişand ser girtina deriyê sînor ê Til Koçerê (Yarubiye) ku bi rêya wê alîkariyên mirovî derbasî herêmê dibûn û ji aliyê Konseya Ewlehiyê sala 2018`an hate girtin û got: “Heta niha tu biryar nehat dayîn ku ev derî vebe. Ev barên Rêveberiya Xweser girantir dike nexasim ku tu destek jê re nayê pêşkêşkirin.”

Ehmed diyar kir ku rêxistinên mirovî piştî şerê Rûsya û Ukraynayê tu alîkarî pêşkêş nakin û bernameyên alîkariyan rawestiyane ku NY û rêxistinên pê re, pêşkêş dikirin.

Ehmed anî ziman ku ji ber şert û mercên heyî, êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk a dagirker û şaneyên DAIŞ`ê, karên û xebatên Rêveberiya Xweser û rêxistinên mirovî asteng dikin û ji ber wê koçber û penaberên di nav kampan de ji ber nebûna alîkariyan zehmetiyan dikişînin.

‘DIVÊ DEWLETÊN WELATIYÊN XWE VEGERÎNIN’

Ehmed bang li dewletan kir ku hemwelatiyên xwe yên di nava kampna de vegerînin da ku barên Rêveberiya Xweser sivîk bibin û got: “Dewleta Iraqê ji ber hin sedeman vegerandina welatiyên xwe taloq kir.”

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed di dawiyê de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dê destek û xebatên pêwîst li gorî derfetên xwe ji koçber û penaberan re pêşkêş bike û her wiha bang li NY û Koalîsyona Navneteweyî kir ku alîkariyan ji kampan re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din