Rêveberiya Xweser sersala koça pêxember pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 biryarname derxistin, di biryarnameya yekê de roja yekemîn ji sersala koçî (koça pêxember) roja betlana fermî ji hemû komîte û saziyên xwe re diyar kir û di ya din de ev boneya li gelê Sûriyê û cîhana îslamî pîroz kir.

Di biryarnameya yekemîn a hejmar /17/ ev boneya "Sersala Koça Pêxember" wek betlana fermî ji hemû sazî û komîteyên xwe re diyar kir.

Sersala koça pêxember di roja Şemiyê de di 31`ê Tebaxê ye.

Di biryarnameya duyem a hajmar /394/ sersal li gelê Sûriyê û hemû cîhana îslamî û malbatên şehîdan pîroz kir û hêvî kir ku ewlehî û aştî li hemû Sûriyê bicih bibe.

(jo)

ANHA


Mijarên Din