Rêveberiya Xweser şehîdên Komkujiya Şiêtat bi bîr anîn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komkujiya Şiêtat a ku çeteyên DAIŞ`ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk anî, şermezar kir û şehîdên wê bi bîr anîn. Rêveberiyê her wiha da zanîn ku bûyerên wiha rojane li dijî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên da ku çeteyên DAIŞ'ê zindî bibe.

Têkildarî Komkujiya Şiêtat a ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hat, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li pêkhate û gelê Sûriyê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bisekine. Di heman demê de di bin sîwana QSD`ê de piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser ev hate destnîşankirin: "Her sal di nîvê meha Tebaxê de salvegera 9`emîn a hovîtrîn komkujiya di dîroka tevgera Sûriyê de tê bibîranîn ku ji aliyê rêxistina DAIŞ a terorîst ve li dijî eşîra Şiêtat a li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk hat. Ev rêxistin destpêka 2014`an ket herêmê û hewl da hegemoniya xwe li ser gelê herêmê ferz bike, lê vê eşîrê û ewladên eşîrên li rojhilatê Dêrazorê serî netewand û li dijî fikrê vê rêxistinê yê tundrew sekinî.

Ev rêxistin hîn jî piştgiriyê ji hêzên navneteweyî û herêmî ve werdigirin, nexasim dewleta Tirk ku destek da rêxistina terorîst a DAIŞ. Di heman demê de ev rêxistin derbasî Iraq û Sûriyê jî bû û komkujî li dijî niştecihên wan pêk anîn. Hemû serçeteyên terorîst dema çi kesên li pêşiya xwe dibînin qetil dikin, fitweyan derdixin, ji wan eşîra Şiêtat ku wê demê Koma "Bitar" ku xetertirîn çeteyên ji Iraqê wan kom kiribûn tê de cihê xwe digirtin, komkujî li dijî wan pêk anî. Di encamê de li gorî raporên hiquqî hezar û 200 kes qetil kirin û zêdetirî 2 hezar û 260 kes sêwî man, zêdetirî 300 kes winda ne, mal û milkên zêdetirî 170 hezar kes desteser kirin û 120 hezar malên vê eşîrê yên li gund, bajarokên Girênîç, Ebû Hemam û Keşîşe û gundên herêmê wêran krin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser di salvegera 9`emîn a Komkujiya Şiêtat de şehîdên vê komkujiyê û şehîdên pêkhateyan Sûriyê û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr anîn.

Rêveberiya Xweser bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û wiha domand: "Di salvegera vê komkujiya bi êş a li dijî eşîra Şiêtat de, dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên rojane û pêkanîna komkujiyan li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên bi balafirên bê mirov ên bi çek hewl dide careke din DAIŞ'ê zindî bike, rojane komkujiyan pêk bîne, siyaseteke planekirî ya qirkirinê û talankirinê li herêmê pêk bîne bêyî ku tu dewlet wê bisekinine."

Di daxuyaniyê de bang li tevahî pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li hemberî  êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û li derdora hêzên xwe yên leşkerî yên di bin banê QSD'ê de kom bibin.

(eh)

ANHA

 

 


Mijarên Din