Rêveberiya Xweser sedema vekirina dergehên bi herêmên hikumeta Sûriyê ve eşkere kir

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku biryara Rêveberiya Xweser a vekirina dergehên Tayha û Tebqa bi hedefa hêsankirina veguhastina çûn û hatina şêniyan di dema cejnê de ye û destnîşan kir ku dê tedbîrên tenduristî û parastinê di dema vekirina dergehan de pir bi baldarî bin.

Der barê sedemên biryara Rêveberiya Xweser a vekirina dergehên Tayha û Tebqayê de bi herêmên hikumeta Sûriyê re, şêwirmendê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer Mişrif li gel ANHA’yê axivî.

Enwer Mişrif wiha got: "Hedef ji vekirina dergehan hêsankirina tevgera şêniyên li herêmên hikumetê û herêmên Rêveberiya Xweser piştî biryarên qedexekirina derketina derve ji bo pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê asê mane, her wiha ev biryar ji bo kesên ku dixwazin derkevin an bikevin herêmên Rêveberiya Xweser di dema cejna Remezanê de ye."

Mişrif destnîşan kir ku komîteyên taybet li van dergehan hatin diyarkirin, dê ev komîte tedbîrên tenduristiyê di dema diyarkirî ya vekirina cejnê de li ser kesên ku dikevin herêmên Rêveberiya Xweser û jê derdikevin, pêk bînin.

Mişrif da zanîn ku ev biryar li ser tevahî şêniyên ku hem dixwazin bikevin herêmê hem jî ji herêmên Rêveberiya Xweser derkevin, derbasdar e û ne tenê li ser hin kesan e. Mişrif bal kişand ser ku dergehên Uwn Dadat û Sêmalka ku dê girtî bin heta ku biryarek nû derdikeve, niha jî dema vekirina wan lêkolîn dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh biryara vekirina dergehên Tayha û Tebqa yên bi ser herêmên hikumeta Sûriyê di navbera 26 û 29’ê Gulanê de da.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din