​​​​​​​Rêveberiya Xweser û Şam…Çima dan û standinê pêngaveke li pêş û du pêngavan bi paş ve diavêje?

Tevî hewldana Rûsya ya dosyaya diyalogê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê, lê gav nayên avêtin. Her wiha gerînendeyê Navenda Kurdên Bêsînor da zanîn ku hikumeta Şamê bi fişara îranî-tirkî ji diyalogê direve û Rûsya jî hewl dide demê bi dest bixe heta ku encamên hilbijartinên Amerîkayê derdikevin.

Gelek gerên diyalog, dan û standinê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de li dar ketin, lê bê encam bûn. Ev dosya di navbera bedbînî û xweşbîniyê de derbas dibû.

Rêveberiya Xweser di 13’yê Cotmeha 2019’an ragihand ku bi hevkariya Rûsyayê lihevkirinek bi hikumeta Şamê re pêk aniye ku hêzên hikumetê li seranserî sînorê bi dewleta Tirk re belav bibin da ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin.

Tevî wê jî diyalogên her du aliyan ên siyasî li pêşneketin. Her wiha her tim hikumeta Şamê û Rûsyayê bi rasthatina destpêkirina dewleta Tirk a dagirker a gefên êrişkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dosyaya dan û standinê pêşniyar dikir û Şamê şertên nepêkan datanî pêş Rêveberiya Xweser û wê jî red dikirin.

Li gorî çavdêran, Rûsya û hikumeta Şamê hewl dida gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûd bigire. Da ku lihevkirinên mîna bi yên komên çeteyên li herêmên Sûriyê yên dîtir re bi lihevkirina bi Tirkiyê re pêk anîne, deynin.

Piştî serdana şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji Moskovê û îmzekirina protokola lihevkirinê bi Partiya Vîna Gel re dîsa xwepêşbîniyeke vegerî. Piştî wê protokolê şandeya MSD’ê bi wezîrê karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûnişt.

Lê piştî wê, bi serdana şandeya Rûsya ya ji Şamê re, her wiha bi rêya civîna çapemeniyê ku tê de Lavrov û wezîrê derve yê hikumeta Şamê Welîd Muelim hebû, Muelim protokola lihevkirinê ya li Moskovê hatiye îmzekirin der yasayî bi nav kir.

Dûvre Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed destnîşan kir ku diyaloga bi hikumeta Şamê re pir dijwar e.

Îlham Ehmed wiha got: "Me ji garantorê Rûsya xwest der barê hevdîtinan serokê Sûriyê Beşar Esed daxuuyaniyekê bide, lê Esed daxuyanî da û Kurd wekî koçber binav kirin. Mîna van daxuyaniyan jî tevahî hevdîtinan bin pê dike. Ji lew re diyaloga bi hikumeta Şamê re, tevî ku me ragihand ku em amade ne dest bi nîqaşa tevahî xalan bikin, mîna perwerde û aboriyê,  pir dijwar e. Her wiha deriyê me jî vekiriye, ji ber israr dikin ku çareseriya Sûriyê ji hundir de be."

Van daneyan gelek pirs der barê sedemên qedexekirina hikumeta Şamê ya nepêkanîna dan û standinên cidî bi Rêveberiya Xweser re çêkirin, her wiha rastiya helwesta rûsî ji van dan û standinan eşkere kir. Girêdayî mijarê gerînendeyê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî axivî.

 ‘REVA JI DAN Û STANDINÊ’

Kadar Pîrî wiha got: "Rojeva dan û standinên di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de gelek caran pêk hat. Her tim hikumet bi daxuyaniyên eşkere û zelal ji van hevdîtinan direvî. Lê belê Rêveberiya Xweser jî her tim eşkere dikir ku ew amade ne bi tevahî aliyên Sûriyê diyalogê pêk bînin."

Pîrî wiha domand: "Gelek caran hikumetê diyalogê red dikir û şertên ku astengiya li pêşiya diyalogê derdixe datanîn. Ji ber dixwest vegera beriya 2011’an, ev jî ne pêkan e."

Pîrî da zanîn ku ev hikumeta tu pêşketinên di dan û standinan de red dike, di tevahî pêngavên wê de hat eşkerekirin naxwaze dan û standin bi pêş de biçe, her wiha dixwaze demê bi dest bixe da ku seweriyê li tevahî Sûriyê bike û wek berê vegerîne. Piştevaniya vê yekê jî Îran û Rûsya dikin.

Di berdewama axaftina xwe de Pîrî wiha axivî: "Di dawiyê de dê diyalogek hebe. Dê li ser hin nuqteyan li hev bikin. Ji ber di rastiyê de hikumet tu biryaran bi xwe nade, ne leşkerî û ne jî siyasî heta di mijara serweriya Sûriyê de jî biryaran bi xwe nade. Ji ber hin aliyên navneteweyî ji ber wê ve didin. Li gorî berjewendiyên wan aliyan hikumet bi rê ve diçe. Belê hikumet idîa dike ku aliyekî bingehîn e, lê aliyên din fermanan didin û ew jî pêk tîne."

 ‘MUZEKEREYA LIHEVKIRINÊ BI SPONSERIYA RÛSYAYÊ BÛ’

Der heqê muzakereya lihevkirinê ya di navbera MSD’ê û Partiya Vîna Gel de pêk hatiye Kadar Pîrî ev nirxandin kir: "Muzakereya lihevkirinê ya di navbera MSD’ê û Partiya Vîna Gel de pêk hatiye bi sponseriya Rûsyayê bû. Birêz Qedrî Cemîl hewl da vê mijarê bide aliyekî ku tu fişar tune bûn û diyaloga wan tenê sûrî-sûrî ye."

Pîrî eşkere kir ku piştî wê Lavrov yekser serdana Şamê kir. Gelek dosya hatin nîqaşkirin, lê di rastiyê de hat eşkerekirin tenê li ser fînans û komîteyên jinûve avakirinê nîqaş kirine. Bêyî çareserkirina aloziya Sûriyê tu avakirinê tune ye. Hikumet li ser istîsmarê axivî, gelo li ser kîjan istîsmarê diaxive. Li gel wê çavkaniyên enerjiyê tune ne, tevahî di bin serweriya QSD’ê de ne ku ji rêxistinên teror a DAIŞ’ê rizgar kirin. Dê QSD biryara istîsmarkirina wê xizmetkirina civaka Sûriyê bide.

‘RÛSYA HEWL DIDE DEMÊ BI DEST BIXWE, HETA PIŞTÎ HILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊ’

Der barê rastiya helwesta Rûsyayê de Kadar Pîrî wiha li zêde kir: "Rûsya li ser tevahî xalan qebûl e. Wê mijar bi awayekî yekser bi rêya Pedersen pêşniyarî NY’yê û Şamê bên kirin."

Pîrî nirxandinên xwe yên li ser mijarê wiha domand: "Şam dixwaze dem qezenc bike. Ji ber fişarên Îranê li ser hene. Lê belê heta niha Rûsya di fişarkirina li Şamê de ne cidî ye. Ji ber heke biryar da pêk bîne, hikumet neçar e pêk bîne. Lê Rûsya jî dixwaze demê ji bo du aliyan bi dest bixe; ya yekê li benda encamên hilbijartina Amerîkayê ye, heke Biden bi ser ket, dê di vê pêngavê de berdewam bike û fişarê li hikumetê bike, da ku ev xala bibin bingeha dan û standinên di navbera Şamê û MSD’ê de. Lê ya duyemîn heke Trump bi ser ket, dibe Rûsya bi paş de bikişe. Ji ber siyasetên Trump dikevin xizmeta berjewendiyên wê li Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn."

 ‘TIRKIYÊ Û ÎRANÊ JI DIYALOGA SÛRÎ BI ZIRAR IN’

Têkildarî aliyên ku naxwazin dan û standina di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêk werin Kadar Pîrî wiha got: "Yên ji vê diyalogê zirarê bibînin, gelek aliyên herêmî ne, bi taybet Îran û dewleta Tirk e. Îran yekser fişarê li Şamê dike ku itîrafê bi Rêveberiya Xweser neke, da ku ev yek li gel wê jî pêk neyê. Ji ber Îran di bingeh de ji heman pêkahteyên li vê herêmê dijîn pêk tê. Lê derheqê dewleta Tirk de, li gel wê fobiya ji hêzên demokratîk re heye, bi taybet Kurd. Ji ber dewleta Tirk texmîn dike ku serkeftina Kurd dawiya dewleta Tirk e."

 ‘DÊ SIYASETÊN HIKUMETA ŞAMÊ GELEK WÊRANIYAN BÎNE’

Gerînendeyê Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî encamên siyasetên hikumeta Şamê nirxandin û wiha berdewam kir: "Tevahî siyasetên ku hikumeta Şamê ji destpêka aloziyê heta beriya wê jî li dijî gelên li Sûriyê de pêk dianîn, çewt, dîktatorî û bê ser û ber bûn. Her wiha bi awayekî bi metod nasname, netewe û çandên li Sûriyê înkar dikirin. Zihniyeta şovenîst ya Beesî ferz dikir. Bi destpêka aloziyê re ev dîktatorî, bêserûberî, zulm û kuştinê zêdetir bû. Tu siyaseteke durist tune bûn û di vê zihniyetê de berdewam e. Hê jî texmîn dike vegere beriya 2011’an."

Pîrî xuya kir ku ger hikumet wiha ma, xwe û kesên pê re tune dike û wan dike ku ya herî rast in. Ew her kesê alîkariya wê kiriye çi ji hêzên herêmî yan jî heta hundirîn dibe diêşîne.

Bi vê zihniyetê dê vî welatî wêran bike, ji ber siyasetên wê tevahiyan diêşîne.

Kadar Pîrî nirxandinên xwe yên derbarê dema pêş û helwesta Rêveberiya xweser de jî wiha got kir: "Tevahî encamên hilbijartinên Amerîkayê dişopînin. Ev hilbijartin girîng in. Lê wek me ji nêz ve siyasetên Rêveberiya Xweser şopandiye ku ew nakevin bin fermanên tu kesî. Her tim tiştên li gorî berjewendiya gelê Sûriyê bi giştî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet dixebitin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din