Rêveberiya Xweser… saleke tijî serkeftin û plansaziya sala nû

Di civîna salane ya Rêveberiya Xweser de ku cara yekemîn li dar dikeve, beşdaran got armanca êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina projeya demokratîk a herêmê ye, lê israra şêniyan îsbata hevgirtin û banga diyalogên Sûrî-Sûrî ye. Beşdaran her wiha diyar kir ku diyalogên navxweyî tekane rêya çareserkirina aloziyê ne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li dar xist. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê û bi beşdariya endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (QSD), Desteya Serokatiya Rêveberiya Xweser, deste û buroyên wê, hevserokên her heft rêveberiyan li dar ket. Civîna salane  ku 2 rojan dewam kir, bi armanca nirxandina karê rêveberiyê û diyarkirina plansaziya îsal bi rê ve çû.

Beşdaran di roja yekemîn de rewşa siyasî, leşkerî û guhartinên sala derbasbûyî di herêmê de çêbûne, nirxandin. Ji wan nirxandinan, êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xetereya êrişan li ser herêmê û li ser çareseriya aloziya Sûriyê.

Têkildarî kar û xebatên sala derbasbûyî, bal kişandin ser serkeftinên QSD`ê yên li dijî terorîstan û hate gotin ku QSD`ê li dijî hemû cureyên terorîstên di cîhanê de şer kir û hêzên navdewletî û mafnasî beramberî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê bê deng man û çavên xwe ji komkujiyên li dijî şêniyên herêmê re girt.

Di roja yekemîn a civînê de beşdaran der barê êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê nêrînên xwe anîn ziman û got gelek aliyan digot ew ê hem QSD`ê û hem jî Rêveberiya Xweser têk biçe, her wiha li dijî êrişên artêşa Tirk helwestên navdewletî derketin holê, lê tevî ku artêşa Tirk çekên qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anîn, hêzên navdewletî biryarên tund nedan.

Endamên Rêveberiya Xweser ên beşdarî civînê bûne, bal kişand ser ku dewleta Tirk û çeteyên xwe Rêveberiya Xweser dikin armanc, ji ber dizanin ku dikare Sûriyeke demokratîk ava bike û ev jî rejîma Tirkiyê dixe nava tirs û xofê.

Piraniya beşdaran komîteya destûrê û nebeşdarbûna şêniyên Sûriyê û nûnerên wê şermezar kirin, her wiha bal kişand ser nakokiyên di berjewendiyên navdewletî de û got di pratîkê de tiştek e û di çapemeniyê de tiştekî din diyar dibe.

Her wiha di nava nirxandinên kar û xebata 2019`an de beşdaran bal kişand ser diyalogên di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û hate gotin ku ji ber rejîmê dixwaze her tişt vegere wekî 2011`an tu encamên berbiçav bi xwe re neanîn, lewma çareseriya aloziya Sûriyê, bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî û dûrketina ji ajandeyên derve û berjewendiyên navdewletî mîsoger dibe.

Paşê beşdaran bal kişand ser serkeftinên di qadên perwerde, xizmetguzarî, şaredarî, aborî, çandinî û tenduristiyê de. Îşaret pê hate kirin ku qadên navborî, qadên girîng in û roleke sereke ji bo aboriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dilîzin, lewma divê hîn zêdetir qewêtiya wan were kirin.

Di heman demê de kar û xebatên her heft rêveberiyên xweser û sivîl û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, zor û zehmetî û pêşniyazên têkildarî çareseriya pirsgirêkên heyî hatin nirxandin.

Di encama gotûbêjên beşdaran de, guhdarkirina li pêşniyaran û pêwîstiyên rêveberiyê de, rapora kar û xebata îsal hate derxistin.

Der barê xalên girîng ên têkildarî kar û xebata îsal de bal kişandin ser xurtkirina têkiliyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê  Sûriyê û her heft rêveberiyan, xizmetên sereke yên wekî av, kehrebe û xizmetên din ji şêniyan re were bicihkirin. Qadên wekî tenduristî, perwerde û fêrkirin û çandiyê divê zêdetir gundan bi wan were kirin. Li ser asta kar û xebatên derve divê nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li derve têkiliyên xwe bi dewletan re çêkin û bi têkiliyên nû xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê bikin.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din