Rêveberiya Xweser: Êrîşa Tikriyê bû sedema koçberiya 70 hezar sivîl

Dîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyek devkî de teqez kir ku zêdetirî 70 hezar sivîl ji ber tirsa ku bibin qurbana êrîşên leşkerî yên Tirkiyê bajarok, bajar û gundên xwe berdane. Rêveberiyê destnîşan kir ku ew hertim ji diyalogê re girêdayî pêşniyarên serokê amerîkî Donald Trump vekiriye

Artêşa Tirk a dagirker ji aliyê asmanî û bejahî ve êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Girêdayî wan pêşketinan Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla berdevkê fermî yê daîreyê Têkiliyên Derve Kemal Akif ve li navçeya Amûde ya girêdayî kantona Qamişlo hate xwendin.

Kemal Akif behsa êrîşa leşkerî û dema ku pêkhatî kir û got: "Ji berêvara 9`ê Cotmrha 2019`an ve Tirkiyê bi dijwarî êrîşî herêma sînor kir û şerên dijwar di navbera Tikriyê û komên girêdayî wê de ji aliyekî û ji aliyekî din ve Hêzên Sûriye Demokratîk û meclisên leşkerî rû didin. Di encama êrîşa Tirkiyê de gelek geşedan li herêma Rojhilatê Firatê çêbûn.

Akif di daxuyaniyê de teqez kir ku zêdetirî 70 hezar sivîl ji ber tirsa ku bibin qurbana êrîşên leşkerî yên Tirkiyê ji bajarok, bajar û gundên xwe koçber bûn.

Akif destnîşan kir ku bi gule û topên artêşa Tirk a dagirker 10 sivîl li bajarok û gundên cuda şehîd bûne û  wiha domand: "Hîna hejmara şehîdan ne diyar e ji ber ku gelek birîndar haletên wan kirêtîk in. Li herêmên ku rastî topbaranê hatine herî kêm 20 sivîl birîndar bûne."

Akif di berdewama daxuayniyê de wiha got: "Balafirên artêşa Tirk a dagirker kerwana şanedyên êlan û sivîlan ên ku ji Reqayê diçûn Girê Spî ji bo ku tev li çalakiya berxwedanê li ser sînor bibin kirin hedef. Di encamê de gelek kes ji şandeyê birîndar bûn."

Akif wiha domand: "Di dirêjahiya 39 saetan de hejmara koçberan 70 hezar koçber derbas kiriye. Bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê hema bêje bi temamî ji şêniyan vala bûne. Encamên êrîşa Tirkiyê di asta koçberiyê de nemane lê belê gelek kuştî û birîndarî di nav sivîlan de ji ber topbarana bêser û ber hene."

Akif destnîşan kir ku di roja yekemîn a êrîşên Tikriyê de zêdetirî 7 êrîşên asmanî li Serêkaniyê, 2 li Eyn Îsayê, yek li ser Girê Spî pêk hatin. Di roja duyemîn de 7 êrîşên asmanî li Serêkaniyê, 3 li Girê Spî, 2 Eyn Îsa û Dêrikê pêk hatin.

Di nav daxuyaniyê de Akif diyar kir ku di dîroka îro de 11`ê Cotmehê ji ber topbaranê û hedefgirtina wan herêman, zêdetirî 7 hezar koçberên Kampa Mabrûka ji herêmek din re hatin veguhestin û pêdivî ji wan re hatin peydakirin. Rewşa mirovî gelek dijwar e û banga mudexeleya navdewletî ya bi lez kir da ku vê êrîşa ne exlaqî rawstîne.

Di dawiya daxuyaniyê de Kemal Akif teqez kir ku Rêveberiya Xweser hertim ji diyalogê re girêdayî pêşniyarên serokê amerîkî Donald Trump vekirî ne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din