Rêveberiya Xweser qanûna şûnwaran ragihandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî gotobêja Meclisa Giştî ya Rêveberiyê, biryara qanûna şûnwaran ragihandin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê civîna xwe ya 23`yan lidar xist. Civîn li navenda desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê pêk hat. Hevserokên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qerno, Ferîd Atî, endamên Dîwanê, piraniya endamên Meclisa Giştî, hevserokê Desterya Çand û Hunerê, endamên Desteya serokatiyê û cîgira hevseroka Meclisa Rêveber Emîna Osê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de reşnivîsa qanûna şûnwarên Rêveberiyê hat nîqaşkirin û paşê ji aliyê endamên Meclisa Giştî ve made hatin ragihandin.

Paşê girteka civîna berê û xalên civîna îro ku ji diyaloga reşnivîsa madeya şûnwaran û erêkirina xalên wê pêk dihat, hatin xwendin.

Endamên dîwana meclisê reşnivîsa qanûna şûnwaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendin, xalên wê nîqaş kirin û der barê xalên biryarê pêşniyar û pirsan hatin kirin.

Di vê derbarê de qanûna şûnwaran ji armanc, erkên gerînendeya şûnwaran, biryarên pê ve girêdayî, proseyên lêgerînê, ceza û ji her wekî din pêk tê.

Qanûn ji madeya 58`an pêk tê û makanîzmeya gerînendetiya şûnwar diyar dike, erk, biryarên bi lêgerîna li şûnwaran û cezayên wê dide diyar kirin.

Li ser vî esasî qanûna nemre 4 a ku hate ragihandin, ji îro ve kete meriyetê.

Hêjayî bibîrxistinê ku Meclisa Giştî di civîna berê de  qanûna Erka Xweparastinê, qanûna makanîzmeya xebata rêxistinan û qanûna gumrikê standin.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din