Rêveberiya Xweser piştevaniya koçberan didomîne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 hezar baweşîn dane koçberên li kampa Waşokanî ya li Hesekê. Lê beramber wê jî rêxistinên navneteweyî rola alîkariya koçberan paşguh dike.

Îsal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêleke germahiyê ya bilind heye. Bi wê re jî azarên koçberên Serêkaniyê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên wan ku neçarî koçberiyê bûne, zêde dibin.

Piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de, bi sed hezaran sivîl neçarî koçberiyê bûn, bi wê re jî Rêveberiya Xweser kamp ji koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê re ava kir.

Rêveberiya Xweser parçeyek erd bi rûbera 600 donim ji bo avakirina kampê li bajarokê Tiwênê yê li rojavayê Hesekê amade kir da ku hezar û 862 malbatan (nêzî 12 hezar koçber) tê de bi cih bike.

Her wiha piştî azarên şêniyan bi germahiyê û paşguhkirina rêxistinên navneteweyî yên girêdayî kar û barên mirovahiyê ya pêşkêşkirina alîkariyan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 hezar baweşîn li koçberên di kampê de belav kirin.

BELAVKIRIN BI RÊYA KOMÎNAN PÊK HAT

Meclisa kampa Waşokanî baweşîn li koçberan bi rêya komînên li kampê belav kir. Her wiha li gel wê jî di belavkirinê de tedbîrên ji bo parastina ji Koronavîrusê jî hatin girtin.

Girêdayî mijarê, koçberê bi navê Elî Ehmed ji Serêkaniyê ye got wan bang gelek caran bang li rêxistinên navneteweyî kir û bersiv neda û keda Rêveberiya Xweser a xizmetkirina koçberan spas kir.

Hevserokê meclisa kampa Waşokanî Elaa Elî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariyên mirovî û tenduristî pêşkêşî koçberên li kamp bikin û parastina wan ji pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê bikin.

NEXWEŞÎ LI GEL PAŞGUHKIRINA RÊXISTINAN GEFAN LI JIYANA KOÇBERAN DIXWE

Endamê rêveber ê Heyva Sor a Kurd a li kampa Waşokanî Cîhan Umer di demeke berê de bang li rêxistinên pêwendîdar kiribû ku aşleyên zarokan ên ji bo parastina ji laşmanyayê û reşandina dermanan pêşkêş bikin ku nexweşiyên giran li kampê li gel bilindbûna pileya germahiyê belav nebin. Her wiha bang li rêxistinan kir ku alîkariya koçberan di demeke herî lez de bikin, lê heta niha tu rêxistinan bersiv nedaye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din