Rêveberiya Xweser NRD derewand

​​​​​​​Hevserokê Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer îdiaya ku Almanya daxwaza radestkirina 25 jinên DAÎŞ’î û zarokên wan kirine û wan jî red kiriye, derewand.

Saziya Radyo û Televîzyon a Bakurê Almanya (NRD) ragihand ku Wezareta Karê Derve ya Almanya di meha Çileyê de lîsteyek ku ji navên 25 jin û zarokên wan pêk tê radest kiriye. Îdîa kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radestkirina jin û zarokên DAÎŞ’î red kiriye.

‘NE DAXWAZEKE WIHA BÛYE, NE JÎ REDKIRIN’

Têkildarî mijarê Hevserokê Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr.Ebdulkerîm Omer, îdîayên têkildarî vê mijarê red kirin û got: “Îdîayên  ku Almanya ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza jin û zarokên DAÎŞ’î kiriye û Rêveberiya Xweser jî ev red kiriye, ne rast in.”

GELEK WELAT BERPIRSYARIYÊ NAGIRIN SER XWE

Ji 52 welatan endamên DAÎŞ’ê û jin û zarokên DAÎŞ’î li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên ragirtin. Li Kampa Holê nêzî 10 hezar û 500 jin û zarokên DAÎŞ’î yên welatiyên Iraq û Sûriyê hene. Welatên ku hemwelatiyên wan in berpirsyariya van jin û zarokan li ser xwe nagirin.

Rêveberiya Xweser bang li welatan kiribû ku welatiyên xwe yên DAÎŞ’î bigirin, ji bo kampan projeyên hevpar pêk bînin û dagehek navneteweyî ava bikin. Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, ji bo dewletên ku serlêdan kirin ku dixwazin welatiyên xwe bigirin, jinên DAÎŞ’î bi fermî radestî wan kirine. Hinek welat di asta sînordar de welatiyên xwe girtin, gelek welatan jî heta niha welatiyên xwe yên li kampan negirtine.

Yek ji welatên ku tu welatiyên xwe negirtiye jî Almanya ye.


Mijarên Din