​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Navendên karantînayê amade ne

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku li herêmên rêveberiyê navendên karantînayê hatine amadekirin. Li navendan alavên guncaw hene, heke rewş berdewam kir dê tedbîrên dîtir bigirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid der barê tedbîrên ku Rêveberiya Xweser ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê de ji ANHA’yê re axivî.

Bêrîvan Xalid wiha got: "Rêveberiyê gelek tedbîr û begirî, jê jî taloqkirina dewama dibistanan, qedexekirina kombûna gel, girtina deriyên sînor, qedexeya derketinê û dezenfektekirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk anîn."

‘DIBE KU QEDEXEYA DERKETINÊ BÊ DIRÊJKIRIN’

Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku weke qonaxa destpêkê û baldariyê 15 roj qedexeya derketinê ragihandin û heke pêwîst bike dibe ku qedexeya derketinê bê dirêjkirin. Bêrîvan got: “Tevahî aliyên pêwendîdar rojane rewşê dişopînin, pêşdeçûnên heyî nîqaş dikin û bi wê re jî tedbîrên guncaw digirin.”

Rêveberiya Xweser di demeke berê de şaneya aloziyê ava kir ku erka wê amadekirina nexweşxane, cihên karantînayê û sekna li ser rewşê, her wiha tevahî saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl  bi şêweyekî demkî kar rawestand.

Bêrîvan Xalid da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên karantînayê ji bo veguhastina rewşên pêketina Koronavîrusê yên biguman amade kirine. Bêrîvan axaftina xwe wiha domand: “Li van navendên karantînayê dê alavên guncaw bên amadekirin û der barê vê yekê de hevkarî di navbera rêveberiyê û şaneya aloziyê de ku ji bo vê armancê hatiye avakirin, heye. Tevahî komîteyên xizmetguzarî, bijîşkî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser karên xwe ne û her wiha ji bo rewşên bersivdana li ser çi awarteyekê dibe ku li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were, amade ne."

‘DÊ HIN TEDBÎRÊN DÎTIR DI DEMA PÊŞ DE BÊN GIRTIN’

Bîrêvan Xalid eşkere kir ku pêkan e ku Rêveberiya Xweser hin tedbîrên dîtir bigire.

Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvan Xalid bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî biryarên rêveberiyê tev bigerin û di dema niha de li malên xwe bin ku xwe û xizmên xwe ji xetereya Koronavîrusê biparêzin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din