Rêveberiya Xweser: Mekanîzmeya ewlehiya sînor li pêşiya xeyalên Rûsya sekinî

Berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got ku Rûsya bi rêya sorkirina Tirkiyê ji bo êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike hewl dide rewşa li Sûriyê heyî bi rêya tevliheviyan û ne istîqrar dewam bike, her wiha diyar kir ku li ba wê projeyeke nû ya Rojhilata Navîn heye, da ku Mîsaqa Milî pêkêşî Tirkiyê bike û bi hevre desthilatdariya herêmê parve bikin.

Berdevê fermî yê Rêveberiya Xweser Lûqman Ehmê ji ANHA`yê re axivî û bersiva axaftina Wezîrê Derve yê Rûsya ku di komxebata "Valdai" ya diyaloga stratejîk di Soçî kir, ku hin kesan wek lêsorkirina Rûsya ji Tirkiyê re da ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, bi nav kirin.

Lûqman Ehmê wiha got: "Rûsya bi rêya daxuyaniyên xwe çareseriya aştiyan e ji aloziya Sûriyê re naxwaze û dixwaze rewşa heyî li Sûriyê bidome da ku destwerdana di Sûriyê de dewam bike û hêzên xwe yên leşkerî bihêle ku dikaribe biryara siyasî li Sûriyê kontrol bike.

Ehmê wiha domand: "Mekanîzmeya ewlehiyê ew parastina ewlehiya sînor dike û istîqrarê ji herêmên Rêveberiya Xweser re peyda dike, wek Rêveberiya Xweser me ji destpêkê de teqez kir ku em bi çareseriya aştiyan e ji aloziyê re ne û amade ne li pêşiya her cure êrîşên ser xaka xwe bisekinin, bi diyalogê re ne da ku bigihêjin çareseriya aloziya ku niha li Sûriyê rû dide."

Di berdewama axaftina xwe de Ehmê wiha domand: "Peymana Edenê ku li ser hesabê welatê me Sûriyê pêk hat, rê ji Tirkiyê re hişt ku derbasî Sûriyê bibe û hincetên curbecur li peyî welatiyên Sûriyê bigere, berovajî mekanîzmeya ewlehiyê ku nahêle ev çalakî pêk werin û hişt meclisên leşekerî ji şêniyên herêmê parastina herêmên xwe bikin."

Berdevkê Rêveberiya Xweser wiha got: "Peymana ewlehiya sînor li pêşiya xeyal û texmînên dewleta Rûsya sekinî, xeyal dikir ku êrîşeke Tirkiyê li ser xaka Sûriyê pêk were û tevliheviyan li herêmê derxe, her wiha ku destwerdana Rûsya, Îran û rejîmê li herêmê çêbibe mîna ku xeyal dikin."

Lûqman Ehmê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rûsya difikire ku vir mîna xakên dagirkirî li Sûriyê ku di bin rejîma Tirkiyê de be, di dagirkirina Tirkiyê ji Idlib, Bab, Izaz û Efrînê de ranewestiya, dibe ku projeyeke wê nû ya Rojhilata Navîn heye, da ku Mîsaqa Milî pêkêşî Tirkiyê bike û xaka Sûriyê bi Tirkiyê re parve bikin, lê peymana ewlehiyê li pêşiya vê projeyê sekinî."

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din