Rêveberiya Xweser li Kobanê 3 eşîr li hev anîn

Komîteya Lihevanînê ya herêma Firatê li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê 3 eşîr li hev anîn.

 Merasîma lihevanînê bi beşdarbûna bi sedan nûner û şêxên eşîrên herêma Firatê û nûnerên eşîran pêk hat.

Beriya sal û nîvekê ji hewldanên çareseriya nakokiyê, Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê bi alîkariya Rêveberiya Xweser nakokiya malbatî ku 3 eşîr ji hev dûr ketin û kesek ji eşîra Şedadî ji gundê Eyn Betê hate kuştin, çareser kir. Her wiha di navbra eşîra Şêxan a ji gundê Lihênî û eşîra Iledîn a ji gundê Yabisê yê bajarê Girê Spî, di sala 2016`an de li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê de nakokî derket.

3 kesên ji eşîrên Şêxan û Iledîn di zindanên dewleta Tirkiyê de hene, lê Rêveberiya Xweser dikaribû nakokiya di navbera her du malbatan de çareser bike, lê hîna doza li dijî girtiyên li Tirkiyê nehatiye rakirin da ku cezayên xwe yên qanûnî der barê doza kuştina ciwanê ji eşîra Şedadê de bibin.

Bi vê lihevanînê dê berpirsyariya kuştinê li ser milê her sê kesên ku sûc pêk anîne, bikeve, ne li ser milê eşîrên wan.

Di civînê de hevserokê Meclisa Rêveberiya Herêma Firatê Enwer Muslim axivî û got aliyên ku dixwazin gelên herêmê di nava nakokiyan de bibin, hene da ku cudahiyê bixin navbera gelan. Enwer wiha axivî: "Lihevkirina di navbera gundan û eşîran de gaveke din me bi pêş ve dibe."

Her wiha Enwer Muslim îşaret bi gefên Tirkiyê ku dixwaze jiyana hevbeş û aştiyane li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bike, kir û tekez kir ku Rêveberiya Xweser tu xetereyê li ser tu aliyên din nake. Enwer Muslim bang li şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li derveyî welat kir ku vegerin û beşdarî destkeftiyên Rêveberiya Xweser bibin û parastina wê bikin.

Paşê endamê Komîteya Lihevanînê Ibrahîm El-Îsa axivî û lihevkirina di navbera eşîran de pîroz kir û spasiya hemû kesê ku keda wan di gihandina çarseriyê de heye, kir.

Her wiha bi navê Desteya Ewqaf a Herêma Firatê Şêx Mehmûd Sofî jî axivî û îşaret bi girîngiya lihevanînê kir.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din