Rêveberiya Xweser: Li kêleka şervanan bisekinin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li pêkhateyên herêmê kir li djiî êrîşên pêkan ên ji hêla dewleta Tirk ve berê xwe bidin sînor û li rex hêzên berxwedêr bisekinin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li şêniyên Sûriyê kir ku berê xwe bidin herêmên ser sînor û li hember êrîşên dewleta Tirkiyê yên bê sedem bisekinin. Rêveberiya Xweser teqez kir ku ew diyalogan wek çareseriyek ji tevahiya dozan re dike bingeh.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş daxuyanî xwend û got: "

"Pêkhateyên gelê me bi neteweyên xwe yên cuda di dirêjahiya salan de ji bo ku ewlehî û yekitiya Sûriyê û gel biparêzin li ber xwe dan. Di çarçoveya rêgezên ku şoreşa me li ser wê destpê kiriye de ji bo aştî, demokrasî û ewlehiyê, me zêdetirî 11 hezar şehîd daye. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin pêvajoyek hesas û girîg e bi taybet bi dawîbûna DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve. Gefên Tirkiyê ji destpêka aloziyê ve ranewestîn û li gel tunebûna hincetên Tirkiyê yan jî sedemên wê ku dikare pê gelê me li herêmên ewle û aram tehdîd bike, êdî li hember pêkahtin ewlehî û aştiyê li Sûriyê bûne astengiyek rastîn.

Me bi tevahiya rêbazan hewl da herêmê ji rewşa şer dûr bixin û me erka xwe yên di peymana ewlehiya sînor de bi hevkariya Amerîkayê anî cih. Gefên Tirkiyê û êrîşên ku dibe pêk werin xeter in û encamên wê yên neyînî û mezin li ser herêmê bi giştî heye û derî li pêşiya vegera rewşa Sûriyê mîna destpêka aloziyê ji tevliheviyê vedike. Her wiha dibe ku bi rêya êrîşên dewleta Tirk DAIŞ û tevahiya rêxistinên terorîst sûd ji tevliheviyê di encama êrîşan de bigire û careke din xwe birêxistin bike. Ev jî ewlehiya herêmê û tevahiya cîhanê tehdîd dike bi taybet li gel koçberiya milyonî.

Rêveberiya Xweser ji bo xizmeta mirovahiyê fedekariyên mezin dan û bi Koalîsyona Navdewletî re ji bo sînordarkirina xeteriya terorê harvkar bûn. Lihevkirina di navber Erdogan û Koşka Spî de di çarçoveya lihevkirinek navdewletî de ku xizmeta herêmê nake tê. Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li tevahiya şêniyên gelê me yên li hundir û derve dikin ku tev bigerin da ku vê êrîşa bê sedem rawestînin. Her wiha bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên hundir dikin û ji wan dixwazin ku berê xwe bidin herêmên sînor û li rex hêzên berxwedêr ên li Serêkaniyê û Girê Spî bisekinin û helwesta xwe ya berxwedêr raghînin.

Di dawiyê de em tekez dikin ku diyalog ji bo çareserkirina tevahiya dozan bi aliyên din re xeta rast e di nav de bi Tirkiyê re. Di karê xwe de em li ser parastina yekitiya Sûriyê bi civak û pirrengiya wê tekez dikin. Lê em tekez dikin ku em ê gelê xwe ji her êrîşekê biparêzin. Divê tevahiya hêzên çalak di Sûriyê de di nav de Rûsya, Rejîma Sûriyê, NY`î ya ku dema pêkhateyên gelê me ji komîteya destûra Sûriyê dûr xistiye şaş kiriye û ya ku ji Erdogan re bûye hîma desteka manewî ji bo ku herêmên tehdîd bike, Yekitiya Ewropayê û Koalîsyona Navdewletî ya ku tev li şerê li dijî DAIŞ`ê bûye,  wijdana mirovî ya cîhanê ya ku gelê me ji bo wê û ji bo ewlehiya wê şer kir bilivin û helwestek diyar li hember gef û êrîşên ku dibe pêk werin nîşan bidin. Êrîşên Tirkiyê ji herêmê re wêrankirî ne û dê bibin sedema kerastekê. Tevahiya cîhanê berpirsa wê ne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din