Rêveberiya Xweser li hember Koronavîrusê bi roleke girîng radibe

Ferzkirina qedexeya derketina derve û girtina bergiriyan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rolek lîst ku heta niha tu haletên pêketina Koronavîrusê li herêmê çênebûne. Her wiha hejmara kesên bi vîrusê ketine li tevahiya cîhanê gihatş zêdetirî 664 hezar kesan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hewldanekê de ji bo ku rê li pêşiya vîrusa korona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire, gelek tedbîrên hişyariyê ji bo parastina silametiya şêniyan girtin.

Rêveberiyê di vê çarçoveyê de qedexeya derketina derve ferz kir, navendên tenduristiyê yên karantînayê amade kirin. Deriyên sereke kontrol kirin û dest bi meşandina hemleyên zanakirina paqijî û pakkirinê li tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser kir.

Biryara qedexeya derketina derve di 23`yê Adarê de li tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser ji Dêrikê heya Şehbayê hate ferzkirin. Îro qedexeya derketina derve derbasî roja heştan dibe. Li gel dewamkirina biryarê û li gorî biryarên ku şaneya aloziyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, Rêveberiya Xweser bi rêya şaredariyên xwe prosesa paqijkirin û pakirina kolanên sereke, sûk, cihên olî, taxan didomîne.

Di rojên qedexeya derketina derve yên destpêkê de, hinek muxalefe ji hêla şêniyan ve li hinek bajaran hatin zeftkirin. Ji ber wê hêzên ewlekariyê dewriyeyên xwe meşandin û şîret li şêniyan kir ku di malên xwe de bimînin.

Girêdayî mijarê hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco piştî derbasbûna hefteyekê di ser ferzkirina qedexeya derketina derve re  ji ANHA`yê re axivî û got: “Ji sedî 80’yê gel biryarê pêk tînin. Her wiha îşaret pê kir ku hinek şênî li hinek bajarên sereke biryar binpê kirin. Lê bi rêya dewriyên ewlekariyê hêdî hêdî hatin kontrolkirin.”

Heco destnîşan kir ku pêwîste şênî biryarên Şaneya Krîzê bînin cih ji ber ku rolek di parastina silametiya wan dilîzin. Pêkanîna biryar û tedbîran, derî li pêşiya gelek xeteriyan girt. Ji ber ku piştî 9 salan ji şerên domdar, li herêmên kêmasî di peydakirina amûrên tenduristiyê û nuqteyên tenduristiyê  de hene.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ji aliyê tenduristiyê ve derbasî qonaxa duyemîn a girtina tedbîrên hişyariyê bûne. Rêveberiyê diyar kir ku ji bo haletên vegirtina vîrusê di radeya navîn de karantînayan amade kirin.

Têkildarî wê hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveber Xweser Dr. Ciwan Mistefa got: "Pêkanîna şêniyan a tedbîrên hişyariyê yên ku Rêveberiya Xweser girtine, rê li pêşiya derketina vîrusê li herêmê girt. Bi saya hevkariya şêniyan û pêkanîna biryara qedexeya derketina derve vîrus li herêmê derneket."

Mistefa destnîşan kir ku ferzkirina qedexeya derktina derve di hefteya borî de, bi kadroyên tenduristiyê re bû alîkar da ku karantînayan ava bike, kadroya tendustiyê perwerde bike û tevahiya kadroyên tenduristiyê bi her du warên xwe yên giştî  û taybet birêxistin bike da ku di vê qonaxê de kar bikin.

Mistefa wiha berdewam kir: "Berdewamkirina hevkariyê, mayîna li mal û pêkanîna tedbîrên Rêveberiya Xweser wê bi awayekî giştî rolek di rêgirtina li pêşiya vîrusê li herêmê bigire. Desteya Tenduristiyê heta niha 13 karantînayan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alavên tenduristiyê û berhema KIT ji bo fehskirina nîşaneyên kesên nexweş amade kirine.”

Li gorî daneyên cîhanî, hejmara haletên vîrusê bûye 664 hezar. Her wiha 30 hezar û 890 haletên wefatê hene. Ji aliyekî din ve 142 hezar û 368 kes ji vîrusê rehet bûne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din