Rêveberiya Xweser komkujiya li Til Rifetê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya li Til Rifetê şermezar kir ku dewleta Tirk îro li dijî sivîlan pêk anîbû. Her eiha bang li hêzên aktîv li Sûriyê kir ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên dewleta Tirk bixebitin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê pêk anîbû ku di encamê de 3 sivîl şehîd bû û gelek birîndar bibûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

" Dewleta Tirk a dagirker îro navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran kir, di encamê de 3 sivîl şehîd bûn (2 zarok û jinekê) û 9 şêniyên ji koçberên Efrîna dagirkirî birîndar bûn. Duh jî firokeyeke bêpîlot maleke li başûrê Kobanê bombebaran kir, di encamê de sivîlek birîndar bû. Li aliyekî din jî êrişên xwe li dijî Eyn Îsa û herêmên dîtir didomîne. Ev  yek bi hewldana qirkirin û israra hedefgirtina sivîlan û temamkirina planên dagirkerî û têkbirina vîna gelê me pêk tîne. Nemaze ku ev êriş di salvegera sêyemîn a êrişên dagirkirinê yên li ser Efrînê pêk hat.

Êrişên dewleta Tirk di vê demê de, bi rasthatina serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê û serokerkanê wê ji Bexda û Hewlêrê re pêk hatin. Serdan û êrişên dewleta Tirk ji hev ne cuda ne û bi hev ve girêdayî ne. Ji ber encamên vê serdanê êdî bi rêya van êriş û komkujiyan re eşkere bûn. Ji lew re dewleta Tirk tevahî herêmê armanc dike û planên wê eşkere ne û li dijî Iraq, Başûrê Kurdistanê, Sûriyê û hwd.

Em Rêveberiya Xweser van êrişên dewleta Tirk û metoda qirkirinê li dijî sivîlan şermezar dikin û bi wê re tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî tên binpêkirin. Her wiha piştrast dikin ku divê hêzên aktîf ên li Sûriyê, jê Rûsya û Amerîka roleke eşkere têkildarî van êrişan de bidin û sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin.

Dewleta Tirk bi van êrişan aloziya gûrtir dike û herêmê ber bi şerekî leşkerî ve dibe ku dê bandoreke neyinî li gelemperiya herêmê bike.

Em diyar dikin ku dê gelê me parastina xwe bike û mafên xwe yên rewa di parastina destkeftî û herêmê de bi hemû rêbazan pêk bîne.

Serê malbatên şehîdan sax be û şifaya lezgîn ji birîndaran re."

 (fr)

ANHA


Mijarên Din