​​​​​​​Rêveberiya Xweser kampeke nû ji bo koçberên Serêkaniyê vedike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakirina kampeke nû ji koçberên Serêkaniyê re ku niha di navendên bicihbûnê yên bajarê Hesekê de dimînin, bi dawî kir. Dê kamp di 20`ê Tebaxê de dest bi pêşwazîkirina koçberan bike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û her du bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.

Ji ber êrişên dagirkeran zêdetirî 300 hezar sivîl ji herêmên ku hatine dagirkirin, koçber bûn. Bi hezaran koçberan berê xwe dan bajarê Hesekê û Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan, dibistanên Hesekê kir navendên bicihbûnê.

Li aliyekî din, Rêveberiya Xwerser li rojhilatê navenda bajarê Heekê bi 12 km vekir kampa Waşûkanî vekir. Niha zêdetirî 12 hezar koçber li kampê dijîn.

Ji ber veguhestina ji navendên bicihbûnê re, di aliyê perwerdeyê de zexteke mezin li ser dibistanên din çêbû û her sê astên perwerdeyê (seretayî, navîn, amadehî) li sê beşan di heman dibistanan de dihatin dayîn.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê beriya destpêkirina sala perwerdeyê ya nû (2020-2021), Rêveberiya Xweser li rojhilatê bajarê Hesekê kampeke nû ji koçberan re vekir.

Kamp bi "Kampa Serêkaniyê" yê, tê payîn ku di 20`ê Tebaxê de koçberan pêşwazî bike. Armanc ji vê gavê, valakirina navendên bicihbûnê ye ku bandoreke nerênî li çalakiya perwerdeyê kir.

Rûbera kampê 600 donim e û tê de 2 hezar û 660 kon hatin vedan, ku ji wan hezar û 620 konên ferdî ne û hezar û 40 kon jî yên komî ne. Li kampê av û kehrebe hene û erdê kampê çementokirî ye.

Ji her malbatekê re koneke tevî hemû pêdivêyên wê hatiye veqetandin û dê rêveberî avê jî peyda bike.

Hevserokê Kampa Serêkaniyê Salih El-Hemîdî ji ANHA`yê re wiha got: "Ji bo sivikkirina bar li ser navendên bicihbûnê û valakirina wan beriya destpêkirina sala perwerdeyê li bajarê Hesekê, me ev kamp vekir. Ev kamp berdewamiya kampa Waşûkanî ye."

El-Hemîdî destnîşan kir ku hejmara malbatên koçber li navendên bicihbûnê 450 ye û dê wekî qonaxa yekemîn di 20`ê Tebaxê de li kampê bên bicihkirin.

El-Hemîdî wiha got: "Kamp li gorî şert û mercên cîhanî yên rêxistinan hatiye avakirin. Dê Rêveberiya Xweser piştevanê sereke yê kampê be. Divê rêxistinên navnetewî jî destekê bidin koçberan."

Tê payîn ku sibê (yekşemê) Meclisa Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê, bi awayekî fermî vekirina kampê ragihîne.

(cx)

ANHA


Mijarên Din