​​​​​​​Rêveberiya Xweser, ji bo koçberên li Idlibê banga alîkariyê kir

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Mihemed got: “Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberên ji Idlibê dike û alîkariyê dide wan. Heta niha hezar û 500 malbat gihiştine herêmê û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku rewşa koçberan bibînin.”

Koçberên ji Idlibê yên ku ji şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê direvin, xwe li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê digrin. Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Mihemed di derbarê pêşwazîkirina koçberan de ji ajansa me re axivî.

Cîhan Mihemed di destpêka axaftina xwe de got: "Pêşwazîkirina şêniyên me yên ji Idlibê koçber bûne erkekî mirovî ye. Pirensîbên rêveberiya me vî erk û nirxî li me ferz dike. Nemaze di rewşa sermê û paşguhkirina  civaka navdewletî û dewletên ku bûne sedemê vê trajîdiyê ji erkê xwe."

Cîhan destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe destekê dide koçberan û wiha domand: "Piştî me bang li koçberan kir ku werin herêmên me, me li ser daxwaza wan kampek li başûrê Minbicê li gundê Cedîdet El-Humer vekir. Niha piraniya koçberan mal kirê kirine an jî di malên ne guncaw de bi cih dibin."

Cîhan diyar kir ku wan bajarê Minbicê ji bo vekirina kampê hilbijartine, ji ber ku piraniya koçberan lê dimînin û hejmarek kêm li Reqa û Tebqayê hene.

Cîhan Mihemed da zanîn ku derdora hezar û 500 malbatên ji Idlibê di deriyê Ewn Dadatê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne û her ku diçe hejmar zêde dibe.

Cîhan axaftina xwe wiha domand: “Em ji bo amadekirina kampê di hemû aliyan de di nava liv û tevgerê de ne. Ji bo ku pêwîstiyên kampê di aliyê çadir, betanî, ava vexwarinê, zemîna sererastkirî û ewlehiyê de bi cih bînin.”

Cîhan diyar kir ku heta vê kêliyê wan ji tu rêxistinên mirovî yên li herêmê alîkarî ji bo koçberan negirtine.

Cîhan Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên alîkariyê kir ku rewşa koçberan bibînin û alîkariya wan bikin.

ANHA


Mijarên Din