​​​​​​​Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêka nan tedbîrên nû diyar kirin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêka nan li herêmê budçeyeke mezin veqetandiye. Her wiha tedbîrên xwe di vî warî de zêde kirin.

Rêveberiya Xweser di vê dawiyê de ji bo çareserkirina aloziya nan ku li herêma Cizîrê derketiye, tedbîrên xwe zêde kirin. Miqdara ard zêde kir, çavdêriya mekanîzmaya belavkirina wê li ser firinên herêma Cizîrê kir û mekanîzmaya belavkirina nan danî.

Rêveberiya Xweser ji bo şopandina xebatên firinan û belavkirina nan bi awayekî rojane, komîte ji endamên Desteya Aborî û Çandiniyê û Gerînendetiya Firinan ava kirin.

BUDÇEYEKE MEZIN HATE VEQETANDIN

Îro Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê û Desteya Aborî û Çandiniyê serdana firina navendî ya Qamişloyê kir da ku mekanîzmaya meşandina xebatan bişopîne. Çavdêran di gerê de rêbaza çêkirina nan, mekanîzmaya karê firinê, şopand. Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê Semer Hisên diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina nan budçeyeke mezin veqetandiye.

Têkildarî xebatên şopandina pêşxistina kalîteya nan, Semer got: “Desteyê ji bo pêşxistina kalîteya nan plansaziyek danî. Li gorî wê tevahiya firinên herêmê dê werin restorekirin, parçe û amûrên ji bo pêşxistina kalîte û miqdarê dê werin peydakirin.“

Semer eşkere kir ku desteyê rêveberiyên firinan jî guhertin û kadroyên fenî di warên mekanîk û kehrebeyê de pispor in, diyar kirin.

Her wiha Semer diyar kir ku ji bo ku nan bigihêje tevahiya welatiyan û ji bo ku azarên wan sivik bikin, xebatên xwe yê çavdêriya firinan zêde kirine.

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê Semer Hisên got Rêveberiya Xweser bi tevahiya kadroyên xwe hewl dide pêdiviyên şêniyan peyda bike.

Tê payîn gerên komîteyan li ser 331 firinên herêma Cizîrê bidomin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din