Rêveberiya Xweser ji bo amadekirina budçeya 2020’an civiya

Rêveberiya Xweser bi armanca amadekirina budçeya giştî ya sala 2020`an civînek li gel hemû deste û buroyên xwe li dar xist.

Di civînê de ku li navenda desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsayê hate lidarxistin, hevserokên Meclisa Rêveber Ebd Hamid Mihbaş û Bêrîvan Xalid, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser û meclisên 7 rêveberiyan amade bûn.

Civînê bi nîqaşkirina rewşa siyasî ya ku herêm tê re derbas dibe, dest pê kir. Her wiha behsa komîteya destûrê, xebatên dîplomasiyê yên ku NY`yê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hate kirin.

Beşdarên civînê tekez kir ku dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrê, tê wateya ku 5 milyon hemwelatiyên Sûriyê ji destûrê ku pêşeroja Sûriyê dinivîse, tên dûrxistin.

Têkiliya gefên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê

Têkildarî gefên dewleta Tirk beşdaran da zanîn ku  ger êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbe, dê ewlehî û îstiqrara herêmê xerab bibe. Di heman demê de, dê encamên neyînî ji ber çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan di zindan û kampên herêmên Rêveberiya Xweser de, bi xwe re bîne, nexasim êdî zehmet e ku ger Tirkiye gefên xwe pêk anî, ew DAIŞ`î werin kontrolkirin.

Piştre beşdaran raporên mehane yên desteyên Rêveberiya Xweser û meclisên 7 rêveberiyan û pirsgirêkên ku li pêşiya wan derdikevin, pêşkêş kirin.

Di berdewama civînê de, beşdaran li ser danîna mekanîzmayeke amadekirina budçeya giştî li hev kir.

Di dawiya civînê de, Rêveberiya Xweser hemû deste, buro û meclisên her 7 rêveberiyan erkdar kirin ku budçeya giştî ya sala 2020’an amade bikin û rakin Meclisa Rêveber da ku nîqaş li ser were kirin.

Di salekê de Rêveberiya Xweser 4 budçeyan dide deste û meclisên xwe û her budçeyek dema wê 3 meh e da ku kar bi awayekî leztir bimeşe.

(kc)

ANHA


Mijarên Din