Rêveberiya Xweser: Ji ber êrîşan 275 hezar kes koçber bûn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, 275 hezar kes koçber bûne.

Têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberiya sivîlan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

“Piştî 7 rojan ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa mirovî ya koçberên ku ji herêmên êrîş li ser wan tê kirin, zehmet dibe. Alîkariyên mirovî hatine qutkirin. Hemû rêxistinên navdewletî xebatên xwe rawestandine û xebatkarên xwe ji herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişandine.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hejmara koçberan bû zêdetirî 275 hezarî, ji wan 70 hezar  zarok, her wiha gelek birîndar jî hene. Piştî ku piraniya navendên tenduristiyê ji xebatê hatin sekinandin, pêdiviyên tenduristiyê û dermanên pêwîst tune ne.

Ji ber pêla koçberiyê ya şêniyên me ji Girê Spî, Serêkaniyê, bajar, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçar mane li çol û dibistanan xwe bi cih bikin. Ji ber kon û alîkarî tune ye, piştî ku rêxistinên mirovî bi destpêka êrîşan re xebatên xwe sekinandin.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga mirovî ya lezgîn li rêxistina NY`yê, Komkara Erebî û dewletên Yekitiya Ewropayê dikin ku destwerdana lezgîn bikin û alîkariyên tenduristî, lojîstîk û alîkariyên mirovî ji koçberan re pêşkêş bikin da ku aloziya mirovî ya ji ber êrîşên dewleta Tirk ên hovane çêbûye, mezin nebe.”

 (bx)


Mijarên Din