Rêveberiya Xweser: Hikumeta Şamê çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dike

Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku tawanên Wezareta Karên Derve ya Sûriyê yên li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne rast in. Her wiha diyar kir ku hikumeta Şamê bi vê xîtaba xwe ji pêkanîna erkên xwe direve û çareserkirina aloziyê asteng dike.

Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro girêdayî tawanên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ew girêdayî aliyên derve ne, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Rejîma Sûriyê siyasetên xwe yên derxistina aloziyên hundirîn û kişanda bala raya giştî ser mijarên ku bingeha wê tune ne, didomîne. Ev yek di nameya Wezareta Karên Derve û Koçberan a hikumeta Şamê de ya ji bo sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û serokê Meclisa Ewlehiyê girêdayî êrişa hewayî ya li dijî bajarê Dêrazorê û herêma El-Bû Kemalê, diyar bû.

Rejîmê bi xîtaba xwe ku komplo li dijî wê tên kirin, ji pêkanîna erkên xwe û çareserkirina aloziyê direve. Heta niha jî bi xîtab û helwestên xwe yên paşguhkirina rewşa Sûriyê ve girêdayî ye.

Aloziya ku endamên rejîmê li Qamişloyê di hefteya borî de derxistiye, tawanên ku Wezareta Karn Derve ya Sûriyê yên li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê ku amûrên Amerîkayê ne, girêdana rêzebûyerên ku li herêmê pêk hatine, tê wateya ku ew ji pêkanîna berpirsyariyên xwe, xwe dide alî.

Dema ku em li ser serxwebûna rêveberiya xwe û biryara xwe ya siyasî û leşkerî piştrast dikin, em destnîşan dikin ku divê rejîma Sûriyê ji siyasetên xwe yên ku tenê wêranî ji Sûriyê re aniye, berde. Helwestên xwe yên li hemberî bûyerên li Eyn Îsayê û hevkariya xwe bi dagirkera Tirk re ji bo radestkirina herêmên din ên Sûriyê ji Tirkiyê re, zelal bike.

Em piştrast dikin ku bikaranîna zimanekî wiha û van siyasetan, li pêşiya çareseriyê û diyalogê dibe kelem û aloziya li Sûriyê kûrtir dike. Ya çêtir ew e ku rejîm dev ji van xîtabatan berde û berpirsyariyên xwe pêk bîne. 

Em ê xebatên xwe li gorî rêgez û armancên ku em pê bawer dikin, bidomînin. Hewldana me jî Sûriyeya demokratîk a pirreng a nenavendî ye. Em tevahiya teşeyên girêdana bi aliyên derve red dikin. Em bi rola xwe ya nîştimanî ya sûrî û armancên ku hewl didin ji bo Sûriyê pêk bînin, serbilind in.”

(şx)


Mijarên Din