Rêveberiya Xweser: Herêm dê rastî karesatek mirovî were

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê got: “Bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dê herêm rastî karku dê herêm rastî karesatek mirovî were. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi erka xwe ya mirovî rabe.”

Meclisa rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê daxuyaniyek derbarê bombebarana artêşa Tirk a dagirker ji sivîlan re, ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk bi hemû çekên giran û beşdarbûna hezaran çeteyan di 9/10/2019, li ser sînorê ji Dêrikê heta Kobanê dest bi êrîşan kir.

Balafirên dijmin û çekên wê ji seatên destpêkê, bajar û gundên ku sivîl lê hene kir hedefa xwe, di encama wê de dehan qûrbanî û birîndarên sivîl çêbûn.

Her wiha dijmin di bombebarana xwe de saziyên sivîl, navendên ol ên pîroz, nuqteyên tenduristiyê û avahiyên jiyanê kir hedefa xwe. Li Serêkaniyê stasyona ava vexwarinê ku ji wê av diçe herêma Hesekê kir hedefa xwe û êdî ji xizmetê derketiye. Bombebarana dewleta Tirk tîmên destwerdana destpêkê ku hewl dide stasyonê sererast bike, dike armanca xwe. Di demeke ku bajarê Hesekê û gundên wê pêşwaziya hezaran şêniyên Serêkaniyê û gundewarên wê ku ji ber êrîşa Tirkiyê koçber bûn. Ev yek jî ji ber ne peydakirina avê alozî û êşa rast çêdike.

Kampên mirovî jî ji êrîşên wan rizgar nebûn, wan kampa Mebrûka ku zêdetirî 7 hezar koçberên ji hemû herêman in ji binpêkirinên Tirkiyê xelas nebûn.

Bi zêdebûna êrîşên Tirkiyê û hedefgirtina wan ji herêmên sivîlan re, em teqez dikin ku herêm rastî keraseta mirovî tê, ku dewleta Tirk hemû zagon û belgeyên navneteweyî binpê kir.

Em di meclisa rêveber a herêma Cizîrê, em bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên navneteweyî û mirovî dikin ku zextê li dewleta Tirkiyê dikin ku dijminatiya xwe bi dawî bikin û bi erka xwe ya mirovî rabe."

(jo)

ANHA


Mijarên Din