Rêveberiya Xweser: Helwesta koalîsyonê ne layiq e

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser tekez kir ku helwesta Koalîsyona Navdewletî derheqê qurbanî û destkeftiyên şêniyên herêmê de ne layiq e.

Di civîna çapemeniyê ya ku duh li darketiyê de, Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersivên pirsên rojnamevanan dan.

Rêveberiya di civîna çapemeniyên de daxuyaniyek ji raya giştî re weşand ku bang li şêniyên Sûriyê yên li hundir û derve kir ku li hember gefên dewleta Tirk ên êrîşkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Her wiha bang li civaka navdewletî kir helwestekê der barê gefên dewleta Tirk de, bigirin.

Piştî daxuyaniyê, Hevserokên Meclisa Rêveber, Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid civîneke çapemniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivandin.

Ebid Hamid El-Mihbaş di bersivdanekê de got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyên xwe ve nermbûn der barê mekanîzmaya ewlehiyê de pêk anî. Lê belê li ser zimanê serokkomarê Tirkiyê gefên bênavber û ne rewa li dijî herêmên me berdewam in."

El-Mihbaş wiha domand: "Me şerê terorê yê ku li tevahî cîhanê gef dixwar kir. Divê hevalbendên me yên bi me re şer kiriye, parastina destketiyan bikin."

Der heqê rewşa koçber û penaberên li kampên li herêmên Rêveberiya Xweser El-Mihbaş da zanîn ku ew qurbaniyên terorîstê ne. Di kampan de bi sedema terorê bi cih bûne. Rewşên dijwar jiyan dikin. Nexasim jî bi nêzbûna zivistanê re. Ji dêvla dewletên cîhanê xebata pêşkêşkirina alîkariyan bikin, rêya dagirkirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedikin.

El-Mihbaş hişyariya êrîşkirina dewleta Tirk a muhtemel kir û wiha anî ziman: "Heke êrîşa dewleta Tirk pêk hat, dê bi xwe re encamên karaset ji koçber û penaberên li kamp û şêniyên li herêmên sînor bîne. Dê bi vê yekê jî barekî giran ku ne em, ne jî dewleta Tirk û ne jî tu dewletên li cîhanê karibe tehemul bike, rû bide."

Her wiha Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid helwesta Koalisyona Navneteweyî û vekişandina wê ji hin nuqteyên sînor weke helwesteke ne layiq binav kir.

Bêrîvan wiha domand: "Li pêşiya qurbaniyên ku rêveberiyê û koalisyonê pêşkêş kirin û hezaran şehîd û qûrbanî dan û me dikaribû ewlehiyê ji herêmê re peyda bikin, helwesteke ne layiq e, ew ji bo van destkeftiyan û derheqê xwîna şehîdan û şêniyên herêmê ne di cih de ye."

Der barê çarenûsa girtiyên DAIŞ`ê, ku eger rêveberî dikare di êrîşa Tirkiyê de wan bigre, Ebdilhamid Mihbaş wiha got: "Ji bo çareseriya nakokiyê bi Tirkiyê û yên din re, rêya diyalog e ya herî guncaw e, eger êrîş li ser herêmên me pêk werin dê rewşa li kampan û şêniyên li bajaran kirîtîk be."

Mihbaş wiha domand: "Der barê girtiyên DAIŞ`yê di zindanan de, dibe ku hêzên ku wan diparêzin vekişin ser sînor da ku parastina herêmê bikin, ev yek dê bandorekê li ser rewşa ewlehiyê di zindanan de bike û dibe ku DAIŞ`î û biyaniyên 55 dewletan derkevin."

Mihbaş di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku cîhan der barê gefên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestekê bigre û gefên Tirkiyê beramberî herêmê rawestîne.

(jo-fr)

ANHA


Mijarên Din