Rêveberiya Xweser girtek digire û bihaya goşt kêm dike

Li bajarê Reqayê piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biyar da û derxistina sewalan ji herêmê qedexe kir, bihayê goşt bi rêjeya ji sedî 25 kêm bû. Li gel daxwazên şêniyan ku aliyên têkildar çavdêriya bihayan bikin û kontrol bikin.

Li gel kêmbûna bihayê lîreya Sûriyê li beramberî dolarê bihayên madeyên xwarinê yên bingehîn bilind bûn. Ew jî zextek aborî li şêniyên bajarê Reqayê çêkir. Bihaya kîloya goşt gihaşt 7 hezar heya 8 hezar lîreyên Sûriyê. Di encamê de goşt ji xwarinên gelek malbatan kêm bû.

Şêniyan bang li aliyên têkildar kir ku mudexele bikin û bihayê di nav sûkan de kontrol bikin. Bi taybet sûka goşt. Ji ber wê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur Sûriyê biryarek da û derxistina sewalan derveyî herêmê qedexe kir. Ev biryar bi lez bandor li sûkan kir, bihayên goşt bi rêjeya ji sedî 25 kêm bûn. Di çend hefteyan de bihaya kîloya goşt ji 7 hezaran daket 5 hezaran.

Girêdayî rewşa jiyanî û encamên biryarê Emar El-Alyan bazirganê goştê sewalan li kolana El-Qiwetlî li navenda Reqayê got: "Ev biryar rast e û dikeve xizmeta şêniyan û bazirganan. Derxistina sewalan derveyî herêmê zirarê bi sûka herêmî dike. Ji ber wê bihayê goşt bilind bû. Ev jî barê şêniyan li gel şert û mercên jiyanê yên dijwar zêde kir."

El-Ayan wiha domand: "Kêmkirina bihayan hişt ku şênî goşt bikir. Ew jî asta firotinên bazirganên herêmî û kasaban zêde bikin. Me her sê roj seriyek difrot, lê niha em her roj du seriyan difiroşin. Em spasiya aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser dikin. Ev biryar diyar dike ku rêveberî ketiye ferqa rewşa aborî ya aloz û azarên şêniyan. Ev mudexele di dema xwe de hat. Em bang li aliyên têkildar dikin ku karê xwe dewam bikin, çareseriyan pêşkêş bikin. Biryarên mîna vê bigirin da ku bandorên neyênî yên nebirêxistinkirina sûkan derbas bikin. Ev biryar rolek di birêxistinkirina warê sewalvaniyê de dilîze."

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 16`ê Kanûnê de biryarek girt û li gorî wê derxistina sewalan derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  heya demeke nediyar qedexe bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din